‘Rejîma Îranê girtiyên siyasî mehkûmî ‘mirina hêdî’ dike’
Li girtîgehên Îranê, piralî ya zextên rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî derdixe holê. Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mahbûbî, got: “Rejîm bêparhiştina ji tedawiyê û dayîna dermanên nayê zanîn girtiyan mehkûmî ‘mirina hêdî’ dike.”
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’, li girtîgehên cuda yên Îranê ket hefteya xwe ya 101’an. Cezayên darvekirinê hê didomin, girtî zêdetir bi gefa darvekirinê re rûbirû ne.
Kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ ku zêdeyî sed hefte ye li girtîgehên Îranê didome, li dijî cezayên darvekirinê yên zêde dibin bûye sembola berxwedanê. Tevî zextên giran ên rejîmê jî girtî grevên birçîbûnê û protestoyên xwe didomînin. Destnîşan dikin ku di nava girtîgehê de jiyana dînamîk, zindî û nayê vemirandin heye.
Berdevka Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî Şîva Mahbûbî, diyar kir ku şertên li girtîgehên Îranê her roj xirabtir dibin û da zanîn ku kêmbûna eleqeya navneteweyî û nebûna protestoyên gel ên li qadan, rê li ber rejîmê vedikin ku zext û îşkenceyê li dijî girtiyan zêde bike.
‘Darvekirin her diçe zêde dibe’
Şîva Mahbûbî îfade kir ku ceza bûye helqeyên zincîra zextê û got: “Hejmara darvekirinên 2025’an li gorî 15 salên dawî, bi awayekî ku nehatiye dîtin zêde bûye, ev jî ji bo girtiyan, di xwegihandina tedawiyê de bûye astengiyek rojane, rê li ber wê yekê vekir ku şertên jiyanê xirabtir bibin, heta hevdîtina bi malbatan re jî asteng dike. Girtî di vê atmosfera tarî de, berxwedana grevên birçîbûnê û protestoyan didomînin, em gotinên Faîze Haşimî ku girtîgeha Evînê ‘weke otel’ pênase dike qebûl nakin û bi van gotinan êşan biçûk dike. Girtî, di nava girtîgehan de tevgerek berfireh û zindî ne, nîşan dan ku berxwedana wan ne tenê bertek e, dînamîka hemû civakê ye.”
‘Dayîna welatîbûna rûmetê peyam dide Îranê’
Şîva Mahbûbî bal kişand ser bûyerên ku asta trajediyê diteyîsînin û got: “Zehra Taberî ku cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, Bakhshan Ezîzî ku bi heman çarenûsê re rûbirû ye, Werîşe Mûradî yek ji wan e ku her çendî hukmê wê demkî hatibe xirabkirin jî gefa darvekirinê didome.”
Şîva Mahbûbî têkildarî welatîbûna rûmetê ya Îtalyayê daye Werîşe Mûradî jî wiha got: “Ev gelek girîng e, li dinyayê peyama ku ev girtî nehatine jibîrkirin tê dayîn û ji rejîma Îranê re dibêjin ku civaka navneteweyî dê destûr nede werin kuştin.”
‘Şertê ku rê li ber mirinê vekin datînin’
Şîva Mahbûbî destnîşan kir ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî veguherandine 30 sal cezayê girtîgehê, bêparhiştina Zeyneb Celaliyan û Meryem Ekberî Moferrad ji mafê tedawiyê, sûcên edlî bi riya sirgunkirinê hêdî hêdî tên kuştin û wiha got: “Hukmê darvekirinê yê Zeyneb Celaliyan hat rakirin lê belê ji tedawiyê bêpar hatiye hiştin, bi awayekî qedeme tê kuştin. Zeyneb Celaliyan û Meryem Ekberî Miferrad rojekê tenê jî destûr negirtin, sirgunê girtîgehên cuda û beşa girtiyên edlî kirin. Darvekirin rasterast nehat pêkanîn lê belê şertê ku rê li ber mirinê vekin datînin, piştre rejîmê îlan kir ku mirin xwezayî ne.”
‘Rewşa girtiyên jin gelek xirab e’
Şîva Mahbûbî wiha got: “Rewşa van jinên girtî gelek xirab e, pêwistiya wan bi tedawiya pispor a ji derveyî girtîgehê heye. Li dijî van hukman, bi taybet li dijî biryara der barê Werîşe Mûradî de em dixwazin protesto bidomin. Zexta navneteweyî, bi zexta navxweyî re, dibin ku bi bandortir bin. Mixabin, di her 6 saetan de kesek tê darvekirin û divê ji her cureyê darvekirinê bê îtirazkirin. Piştî şerê 12 rojan, bala hikûmetê û saziyên navneteweyî ew bû ku zêdetir rejîmê bînin ser maseya muzakereyê. Gelek aktivîstên ku bi kefaletê hatin berdan û malbatên wan her roj rastî zextan tên.”
‘Dema protesto lawaz dibin rejîm zêdetir serî li darvekirin û girtinan dide’
Şîva Mahbûbî îfade kir ku rejîm di zextê de tu beşên civakê cuda nake, hemû kesên li dijî polîtîkayên wan derdikevin dikin hedef û tekane riya têkoşîna li dijî vê yekê protestoyên bi biryar û domdar in û wiha got: “Dema protesto lawaz dibin, rejîm zêdetir serî li darvekirin û girtinan dide, dema berxwedan bi hêz dibe jî neçar dimînin gav şûnde bavêjin û biryaran biguherînin. Hemû ceza girêdayî zincîra ku rejîma Îslamê pêk tîne ne. Nayê gotin ku ‘em ne Baheyî ne, em protesto nakin’, hemû ev pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Rejîm êrîşî hemû kesên, li dijî zagonên wan derdikevin dike. Vê jî ji bo li ser lingan bimîne, tenê dîktatoriyê dike. Hemû kesên li dijî derdikevin dike hedef.”
‘Rejîm girtiyan mehkûmê darvekirina hêdî dike’
Şîva Mahbûbî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Darvekirin, tenê şêweyek ji bo tunekirina girtiyên siyasî bi awayekî fîzîkî ye. Rejîm wan bi kuştina di bin îşkenceyê de, bêparhiştina ji tedawiyê û dayîna dermanên nayê zanîn mehkûmî ‘darvekirina hêdî’ dike.”