Jinên Hesekê: Îradeya me ji êrîşên we xurtir e
Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina êrîşan xwepêşandan û çalakiyên sivîl tên lidarxistin. Jin û sazî, nerazîbûnên xwe li dijî binpêkirinên ku sivîl û binesaziyê hedef digrin nîşan didin û li dijî polîtîkayan balê dikşînin ser berxwedana civakê.
Hesekê- Jinên bajarê Hesekê, êrîşên pergalî yên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin û dengê xwe bilind kirin, yekîtî û piştgiriya xwe ji bo hêzên xwe yên leşkerî tekez kirin.
‘Ji hêza me ditirsin’
Nafiye Batal, bal kişand ser asta zulma li ser gelê Kurd û sedema bêparkirina ji mafên jiyana bi aştî ya li ser axa xwe. Nafiye Batal, bi awayekî tund êrîşên di bin navê olê de tên kirin şermezar kir, behsa îşkence û birîna keziya şervaneke jin kir û got: “Ev ji bo gelê Kurd binpêkirina nirxek sembolîk û manewî ye. Ew ji hêza me ditirsin û em ê heta nefesa xwe ya dawî li pişt hêzên xwe bisekinin."
Banga hevgirtinê
Leyla Murad a ji bajarê Qamişloyê jî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê hedefgirtina jinan ji tirsa "dagirkeran" a ji rola pêşeng û îradeya azad a jinan tê. Leyla Murad, Rojavayê Kurdistanê mîna xeta sor a bê tawîz bi nav kir û destnîşan kir ku gelê Kurd tu carî nayê şikestin.
Leyla Murad, bang li rêxistinên jinan û mafên mirovan ên li çar aliyên cîhanê kir ku hevgirtinê bi herêmên ku berê cîhanê ji gefa terorê rizgar kir û ji bo vê dozê bedelên giran daye, nîşan bidin. Leyla Murad her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên pergalî yên dagirkeriya Tirkiyeyê û hêzên wê yên kirêt ên ku Rêveberiya Xweser û destkeftiyên ku bi xwîna ciwan û jinan hatine bidestxistin hedef digrin, bêdengiya xwe bişkînin û diyar kir ku berxwedan yekane temînata azadî û jiyana hevbeş e.