Ji bo têkoşîna bi şîdetê re ji perwerdeya xweparastinê ber bi hevgirtinê ve
Jinên ku xwedî hayjêbûn û çalak in divê perwerdeya xwe zêdetir bikin, kêrhatiyên xwe yên xweparastinê bi hêztir bikin û bi hevgirtinê gavên pratîk bavêjin.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di ser şerê ku di navbera DYE, Îran û Îsraîlê de destpê kir de mehek derbas bûye û şer, bêewlehî, birandina înternetê li Îranê li ser jiyana mirovan bandoreke nebaş çêdike.
Di vê rewşa bi aloz û şer de yên ji her alî ve zirarê dibînin jin in. Pirsgirêkên jinan, êş û tiştên jiyane nayên bihîstin û dîtin.
Der barê mijarê de me bi berdevka “Kampanyaya rawestandina cînayetên namûsê” Rezvan Moghadam hevdîtin kir.
‘Birandina cereyan û înternetê tenê pêşî li girtina agahiyan nagire xeterên li ser jiyanê zêdetir dike’
Rezvan Moghadam da zanîn ku jin di nava şer de, bi gelek awayên şîdetê re rûbirû dimînin. Ev şîdet tenê bi hilweşîn û bêewlehiyê bi sînor nîn e, di heman demê de awayên şîdeta zayendî û civakî jî zêdetir dibin û wiha domand: “Koçberî, mirina kesên ji malbatê, zextên aborî û zêdebûna şîdeta nava malê çend ji van cureyan in. Birandina înternetê jî bûye mijareke ku fikaran zêdetir dike. Ev rewş tenê pêşî li girtina agahiyan nagire, xeteran zêde dike û gefa li ser jiyana jinan mezintir dibe. Piştî çalakiyên protestoyî yên di dawiya meha Kanûnê de dest pê kirin û meha Çileyê domiyan, li gorî belge û lêkolînên hatine kirin, heta dawiya meha Adarê 187 cînayetên bi navê ‘namûs’ hatine qeydkirin.”
‘Di van sê mehên dawî de nûçeyên cînayetan pir kêm hatin dîtin’
Rezvan Moghadam diyar kir ku di mehên Kanûn, Çile û Sibatê de nûçeyên li ser cînayetên namûsê, ji ber çalakiyên ku çêbûn pir kêm hatine weşandin û got: “Ev yek nîşan nade ku cinayet çênebûne, ji ber birandina cereyan û înternetê gelek bûyer nehatine ragihandin. Ji ber ku nûçeyên şer di rojevê de bûn, rewşeke kaotîk serdest bû, gelek ji van bûyeran nayên bihîstin.”
Têkildarî mijarê pirsên; çima di mercên şer de rewşa jinan ji aliyê civakê ve nayê dîtin? Çima medya bi xwe jî van mijaran nagire rojeva xwe?
Gelek mijarên civakî di dema şeran de ji aliyê medyayê ve nayên dîtin
Rezvan Moghadam bal kişand ku di nava şer de mirov beriya her tiştî ji xwe re li cihekî bi ewle digerin û gotinên xwe wiha domand: “Şerê ku ku li ser wan hatiye destpêkirin dibe sedem tenê hewl bidin canê xwe û xizmên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên din di pêvajoyên wiha de nayên dîtin dikevin plana dawî. Di rewşeke wiha de carna rojnameger ji kesên ji rêzê agahiyên wiha digrin lê tişta bi êş ew e ku; yên di şer de herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Yek ji encamên herî girîng ên şer, ew e ku baldariya ji bo mijarên însanî û civakî kêm dibe. Îro li welatên weke Sûdan û Somaliyê jin ji ber şer dibin hedefa êrîşên destdirêjiyê û şîdeta civakê. Di vê rewşê de ev derdikeve holê: Jin dixwazî din ava van welatan de bin, dixwazî ji derveyî wan bin, ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bikin dikarin xwe bi rêxistin bikin û mekanîzmayên desteka ji bo hev ava bikin.”
‘Jinên çalak û aktivîstên civaka sivîl di pêvajoyên şer de dikarin şiyariyê zêdetir bikin’
Rezvan Moghadam got ku jinan di warên civakî de her dem roleke aktîf lîstiye û îro jî berpirsyariya aktivîstên civakî ew e ku li dijî şîdetê bêdeng neminin. Rezvan Moghadam gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên ku berê di warên cuda de meşandibûn, niha girîngtir bûne û divê vê yekê berfirehtir û bihêztir bikin. Dikarin bi rêbazên cuda li ser mafên zarokan bixebitin, şîdeta nava malê ragihînin û di mijarên civakî de rastiyan bidin dîtin û bêdengiya medyayê bişkînin. Di vir de perwerdeya jinan girîng e. Jinên çalak û aktivîstên civakê, dikarin şiyariyê zêdetir bikin, rêbazên xweparastinê bi pêş bixin, jinan li dijî şîdeta aborî, zext û xizaniyê perwerde bikin û wan bigihîjinin asteke wisa ku bikaribin li ber xwe bidin. Em hemû dizanin di pêvajoyên şer de şîdet pir zêde dibe û her dem mirov dibin şahidên mirinê. Ev yek şîdetê di zihnê mirov de asayî dike. Ji ber vê yekê divê civak were şiyarkirin û pêşî li normalîzekirina şîdetê were girtin. Ji bo vê divê atolyeyên perwerdeyê werin lidarxistin û aktivîstên civakî hewldanên pratîk bikin. Tenê bi vê yekê dikarin di pêvajoyên bi krîz de pêşî li zêdebûna şîdetê bigrin.”