Foza Yûsif: Em ne yekbûna bi zorê, yekbûna demokratîk dixwazin - HEVPÊYVÎN
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereyê ya Rêveberiya Xweser Foza Yûsif balkişand ser hebûna jinan a di muzakereyan de û got “Em ne yekbûna bi zorê, yekbûna demokratîk dixwazin.”
Hesekê – Nûçegîhana ajansa me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Senaa El-Elî, bi Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereyê ya Rêveberiya Xweser Foza Yûsif re der barê pêşketinên muzakereyan, mafên jinan û şêwaza yekbûnê de hevpeyvînek taybet pêk anî.
Hevseroka Heyeta Muzakereyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Foza Yûsif, diyar kir ku guhertina mijarên nîqaşê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyê bandorek neyînî li ser encambûna doseyeyên rojevê dike û da zanîn di mijara lihevkirinê de xwedî hêviyek bi temkîn in.
Foza Yûsif destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser xwedî îradeya çareseriya siyasî ye, ji bo serkeftina muzakereyan gelek hêmanên bingehîn pêkan e û da zanîn ku lê belê betalkirina rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna şerteke yekbûnê nayê qebûlkirin. Foza Yûsif, balkişand ser girîngiya mafên jinan û wiha got: “Hevgirtina jinên Sûriyeyê ji bo “civakek Sûriyeyê ya adil û bêfikrên paşverû”, mijarek bingehîn û stratejîk e.
*Di ser peymana 10’ê Adarê re 7 meh derbas bûn, lê bi Rêveberiya Demkî re di gelek mijaran de lihevkirinek pêk nehat. Du meh dawiya salê man û dibêje ku xala 8’emîn “Komîteyên rêvebir dê ji bo cîbicîkirina peymanê ya heta dawiya salê bixebitin.” Muzakereyên bi Rêveberiya Demkî re di kîjan qonaxê de ye?
Em di civîna me ya dawî de bi heyeta Şamê re li ser rêveberiya parêzgehan û şêwaza wê axivîn. Em li Helebê civiyan û bi waliyên Şam, Heleb û Humusê re avahiyên îdarî hatin nîqaşkirin. Her wiha, heyetên me yên leşkerî û ewlekariya navxweyî li ser yekkirina hêzên leşkerî û ewlekariyê ya bi rêveberiya demkî re hevdîtinan kirin. Me di pêvajoya borî de hewl da ku di muzakereyan de pêşketinên girîng bi dest bixin, lê gelek astengî li pêşiya armancên me sekinîn. Şam, di her civînê de mijarek nû an jî pirsgirêkek nû derdixe holê, ev yek jî eksenên nîqaşê diguherîne û dibe sedem ku em bêyî di dosyayekî de encam bigrin, derbasî dosyeyek din bibin. Ev yek, di encamgirtinê de bandorek neyînî ava dike.
*Ji bo pirsgirêka leşkerî, ewlekarî û Kurdan komîteyên muzakereyê yên cuda hene. Her wiha ji bo Rêveberiya Xweser komîteyek din pêkan e. Gelo koordînasyona di navbera van komîteyan de çawa tê mîsogerkirin? Gelo hejmarek zêde ya komîteyan, di pozîsyonê de tê wateya dabeşbûn an jî ji bo encamên baştir temamkerî ye?
Dema me komîteya muzakereyê ava kir, me planek xebatê ya hemû aliyan temsîl bike amede kir. Mînak, dema mijara leşkerî tê nîqaşkirin, komîteya leşkerî dikeve dewrê; di mijarên îdarî de jî komîteya têkildar. Pirsgirêka Kurdan jî bi heman şêweyê ye. Pirbûna komîteyan, tê wateya dabeşkirina kar û bêguman temamkeriyek mijara gotinê ye. Komîteyek navendî heye û komîteyên jêr di warên xwe yên pisporiyê de nîqaşan dimeşînin.
Gelo hûn mîna jinekî ku ne tenê projeya jinên pêşeng a Rêveberiya Xweser mafên hemû jinan diparêzin, derbarê nebûna temsîla jinan a di heyeta muzakereyê ya Şamê de çi difikirin?
Li Şamê di civînên ewil û duyemîn ên bi Fransî û Emerîkiyan de, ev xal hate rexnekirin. Di civîna duyemîn a Şamê de, birêz Tom Barack ji heyeta Şamê re pêşniyar kir ku jinan tevlî nava heyetê bikin. Em dibînin ku jin ne tenê di muzakereyan de, di hemû qadan de tên marjînalkirin. Dema rêveberiya demkî hate damezrandin, jin hatin vederkirin. Jin tenê ji bo nîşandanê tên tayînkirin, tenê ji bo rizgarkirina îmajê. Lê ev tenê xapandina raya giştî ye. Ev pirsgirêka li gelek welatên Rojhilata Navîn heye. Tevî ku li Ewropayê hin pêşketin hebin jî, di siyasetê de serdestiya mêran xurt e û rola jinan bi awayekî eşkere tê marjînalkirin.
Dema me li ser pergala walitiyê nîqaş kir, min gelek caran rola jinan pirs kir. Wek bersiv hate gotin rêjeya jinên di nava xebatkaran de ji sedî 52 zêdetir e, lê di pozîsyonên biryargirtinê de ev rêje ji sedî 20 an jî kêmtir e. Di hilbijartinên dawî yên li Helebê de, Waliyê Helebê gilî kir ku di mekanîzmaya biryargirtinê ya ji 32 kesan de tenê jinek heye. Ev yek ji bo jinan rewşek tirsnak e. Dema em li rewşa herêmên xwe dinhêrin, di navbera hebûna jinan s di Rêveberiya Xweser de û herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de ferqek mezin heye.
Di civîna Helebê de, me destnîşan kir ku di peymana me ya civakî û di pratîkê de hebûna jinan ji sedî 50 zêdetir e, bi taybetî jî di qadên mîna perwerdehiyê de. Jin ne tenê xebatkar an jî karmend in; di navendên biryargirtinê de rolek çalak û bingehîn dilîzin. Ev xalan di civînên me de bi awayekî vekirî hate diyarkirin.
Civaka navneteweyî, di mijara temsîla pêkhateyan û hebûna jinan de zextê dike. Ji ber van zextan, carna balê didin li ser hebûna jinan. Li Sûriyeyê jin her tim çalak in, ji siyaset û xebatê re vekirî ne. Ev yek heta cihekî bandor li helwesta Rêveberiya Demkî dike, lê heta niha temsîla jinan hêj pir kêm e.
*Gelo hûn bi hemdemî ya pêvajoya muzakere re, gef û êrîşên ji Şamê an Tirkiyeyê tên çawa dinirxînin?
Tirkiye hêj Sûriyeyê mîna wîlayeta xwe dibîne. Îsal piştî bûyerên dawî yên li Sûriyê hatin jiyîn, hêrsa Tirkiyê ya ji bo bidestxistina bandorek xurt a li Sûriyê zêdetir bû. Hewl dide welat li gorî berjewendî, daxwaz û feydeyên xwe birêve bibe. Her wiha, Tirkiye hêj ji helwesta xwe ya dijminane ya li dijî gelên Kurd û Ereb dev jê bernedaye. Li Sûriyeyê rêveberiyek demokratîk an jî makezagonek demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, biparêze naxwaze.
Tirkiye, li Sûriyeyê damezrandina rejîmek otorîter teşwîq dike û ev yek di dema muzakereyan de li pêşiya pêşketinê mîna astengiyek radiweste; bêguman ev rewşek pir xirab e. Sûcdariyên cudaxwaziyê bi berdewamî mîna behaneyek tên bikaranîn ku polîtîkayên otorîter û dûrxistinê yên Tirkiyê rewa bên dîtin. Ev sûcdarkirinan ji bo înkarkirina mafên pêkhateyên herêmê mîna amûrek tên bikaranîn. Di 15 salên dawî de, ji aliyê hemû welat û hêzan ve bi awayekî eşkere tê dîtin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu caran hewildana cudakariyê neda. Lê Tirkiye vê xalê bi berdewamî ji bo teşwîqkirina hêzên din û yên xwedî nêrînek teng bikar tîne ku di navbera gelê Sûriyeyê de fitneyê derxîne.
Em destnîşan dikin ku em ji ruhên rejîma Baasê heta îro, alîgirê diyalogê ne û hewil didin bi Rêveberiya Demkî re bibin yek. Ev sûcdarkirinan, taktîkek klasîk a Tirkiyê ye ku bi domdarî bikar tîne û bi demê re ev rêbaz dibe sedema tehrîkkirine.
*Di medyayê de mobîlîzekirinek ku hestên mezhebî û neteweyî kûrtir dike heye û cihêrengî ji aliyê gelek hêzan ve tê binpêkirin. Gelo cihêrengiya li Sûriyeyê lanetek e, an jî di şer de her tişt heq e?
Ev ne rewa ye û fitne lîstokek pir xeter e. Em di civînên xwe de, destnîşan dikin gotina nefretê bombeyek demkî ku wê her dem dikare biteqe ye. Mixabin ev rewş didome û ji bûyerên li peravê, Suweyda an jî taxa Şêx Meqsûd tên jiyîn, ders natê girtin. Di de rbarê encamên van polîtîkayan de kûrahiyek siyasî, rewşenbîrî û zanistî tune. Gotina nefretê ji her çekê zêdetir wêranker e, ji ber ev şkestina di civaka Sûriyê de û dijminatiya di vê demê de bipêş ket, bûye sedema nakokiyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de. Ev ne pirsgirêka gelê Sûriyê ye; pirsgirêka medyayek xirab û rûpelên xirab ên ajandayên dijminane li hember Sûriyê dimeşînin e.
Mixabin, hinek kes bişev û roj ji bo derxistina fitneyê dixebitin û bivê karê re hatine erkdarkirin. Mirovekî ku îdîa dike Sûriyê hêz dike û welatparêz e, bi berdewamî derxistina fitneyê ev pirsgirêkek mezin e. Hişkbaweriya olî û neteweyî, di dema borî de bû sedema hilweşandina Sûriyeyê. Divê li dijî van polîtîkayan helwestek baldar û bi taybet bê nîşandan, ji ber ku Sûriye têra xwe hilweşiya. Ger ev polîtîka û pêkanînan berdewam bikin, Sûriyeya mayî jî wê hilweşe. Pêwîst e hemû hêzên li Sûriyê, divê di vê mijarê de baldar bin.
*Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di aliyê mafên sivîl û şoreşa jinan de, bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Demkî de cudahiyên bingehîn hene. Gelo ev cudahiyan, ji bo cîbicîkirina projeyek dabeşkirinê ya ajandayên derve piştgirî dike tên bikaranîn? Gelo ev yekbûn xeyalek e, an jî dikare bê bicîhanîn?
Ev girêdayî Rêveberiya Demkî û hêzên siyasî yên Sûriyeyê re girêdayî ye. Dewlet û ajandayên ku dixwazin Sûriyê dabeş bikin hene; ew dixwazin bi rêyên cuda di navbera Sûriyan de nakokî derxin. Lê ger polîtîkayek rast û welatparêz hemû Sûriyan hembêz bike û bi dilxwazî û bêyî darê zorê wan bike yek, wê rêya rast e derbaskirina van xetereyan bibîne. Ji bo tevahiya herêmê pêvajoyek dabeşkirinê heye.
Dema hate gotin peymana Sykes-Picot bi dawî bûye, ev tê wateya amedekirina projeyek nû ya ji nû ve dabeşkirina herêmê û Sûriyê ye. Ger hikûmetek demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên çandî û bawerî, mafên jin û ciwanan mîsoger dike çiqas bihêz bibe, ewqas xwesteka Sûriyan a tevlîbûna yekbûnê û hesta aîdiyetê zêde bibe. Lê belê çiqas vederkirin, biyanîkirin û zordarî hebe, dabeşkirin jî ewqas hêsan bibe.
Ger pêkhateyek bê hedefgirtin, bi xwezayî wê berê xwe bide aliyekî din. Tundî, zordarî û înkarkirina mafên yên din, dê vê pêkhateyê ber bi rêyên din ve dibe. Ya xeter, xiriqandina vê aliyeyê. Destpêkê êrîşê pêkhateyek dike û piştre dibêjîn, “Çima hûn ji derve alîkariyê dixwazin?” Pirsgirêka bingehîn ev e; divê em mîna gelê Sûrî hev qebûl bikin. Em ne xwedî çanda diyalogê ne; diyaloga heyî, ker, kor û lal e. Ev ne diyalog e.
Hin kes naxwazin daxwazên gelan guhdar bikin. Tehamula wan a fêmkirina kesekî din nînbe; him vederkirin û him jî dîkekirin destpê dike. Ev yek jî şkestin û derza di civaka Sûriyeyê de kûrtir dike û tevna civakî ya Sûriyeyê perçe dike.
*Rêveberiya Xweser, bi Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê re modelekî yekbûnê ya çawa armanc dike?
Em ne yekbûneke bi darê zorê an jî ferzkirina îradeya xwe ya ji bo aliyê din, yekbûnek li ser îradeya her du aliyan, armanc dikin. Em ji bo yekbûnek demokratîk dixebitin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sazî hene û di pêvajoya borî de gelek tişt hatin bidestxistin. Ev pêvajoya yekbûnê, nikare bi şêwazekî ku her tişt xirab bike û ji nû ve bide destpêkirin, pêk were.
Saziyên ku hemwelatiyên Sûriyeyê di pêvajoya borî de ji bo birêkûpêkkirina jiyana xwe ava kirine hene û divê ev li ber çav bên girtin. Her wiha, tercûbeyên rast ên Şamê dikare jê sûdê wergire hene; mînak, têkilî danîna bi pêkhateyan re, pirsgirêka jinê, bawerî û olan. Di van qadan de pêşketinên girîng hatine bidestxistin û herêmên din ên Sûriyeyê jî dikarin ji vê sûdê wergirin. Hilweşandina her tiştî û destpêkirina ji sifirê xelet e û nayê qebûlkirin. Xalên ku em dikarin hevpar bixebitin hene û divê bi awayekî sist nêzî mafên hemû pêkhateyan bibin. Deklarasyona makezagonî ne demokratîk e, bi tevahî xwedî avahiyek navendî ye û pêwîst e di vê mijarê de ji nû ve nirxandin bê kirin.
*Vegera biryara NY’ê ya bi hejmara 2254’an a ku agirbest û çareseriyek siyasî ji bo rewşa Sûriyeyê pêşniyar dike, di rojavê de ye. Gelo sedemên vê çi ne?
Neteweyên Yekbûyî, vê mijarê anî rojevê û nîqaş didomîn. Nayê zanîn ka di biryarê de çi guhertin bê kirin, lê civaka navneteweyî di gelek mijaran de bi fikar xuya dike û lewma vegeriyan biryara 2254’an. Destpêkê di vê mijarê de, di vî warî de nîqaşek tunebû. Lê piştî bûyerên li herêma peravê û Suweydayê, ev mijar ji nû ve hate girtin û vegeriyan ser biryara NY’ê.
Em her tim vê yekê tekez dikin; nakokiyên navxweyî yên li Sûriyê rê li ber mudaxeleya derve vedike; di navbera van herduyan de têkiliyek hevseng heye. Lewma divê em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Rewşa li Suweydayê dikaribû bi awayekî nermtir bê destgirtin; divê îradeya gelê li wir û rewşa li wir ya taybet dikaribû bê destgirtin. Tiştên tên jiyîn, encama polîtîkayên tên pêkanîn e. Lewma, barkirina hemû berpirsiyariyan a ji bo gelê Suweyda ne rast e; ya berpirsiyar, polîtîkayên tê sepandin e.
*Gelo serkeftina muzakereyan bi çi ve girêdayî ye û ji bo gihandina encamên berbiçav derfetek guncaw heye?
Ji bo serkeftina muzakereyan gelek hêmanên bingehîn hene. Ya ewil li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îradeyek siyasî heye. Ya duyemîn, xwesteka gihîştina lihevhatinek di navbera gelê Sûrî de heye û ya sêyemîn jî tercûbeya îdarî û leşkerî ya xurt a li herêmê, ji bo tevahiya Sûriyeyê dikare sûdmend be. Em hêvî dikin û bibiryar in ku herî kêm di dosyayên bingehîn de lihevhatinek çêbibe û ev pêvajo bidome.
Îsraîl û Tirkiye bi awayekî eşkere mudaxeleya dosyeya Sûriyeyê dikin û ajandayên xwe li welat ferz dikin.
*Di nava van zextên herêmî û navneteweyî de, peyama we ji gelê Sûriyeyê re çi ye?
Di pêvajoya borî de, me wek gelê Sûriyeyêvê yekê dît; Hêzên derve, dema berjewendiyên wan bikeve nava xetereyê, dikarin hemû Sûriyeyiyan bikin qurban an jî feda bikin. Me vê rewşê gelek caran dît. Lewma, divê em baweriya xwe bi hêzên derve neynîn. Em mîna gelê Sûriyeyê, divê destpêkê hev fêm bikin. Divê zimanê diyalogê û xweşbinî serdest be. Helwesta heyî ya tolhildêr rewşek nexweş e. Ji ber cihê stratejîk ya Sûriyeyê, gelek ajanda û pevçûnên navneteweyî hene; ev yek Sûriyeyê veguherand navendek pevçûnê ya hêzên herêmî û navneteweyî.
Ez her tim vê yekê dibêjim: Helwesta me pir girîng e. Ya ku mijarê diyar dike ne hêzên derve ye, gelê Sûriyeyê ye. Lê ger em vederkirin û înkarkirina mafên hev bidomînin, wê hêzên derve bgserkevin. Ev meseleya me ye û divê em ji bo çareserkirina wê îrade nîşan bidin.
Li gorî min li pêşiya me hêj derfetek heye û divê em ji vê yekê sûd bigrin. Xweşbîniyek me ya bi temkîn heye, lê ev xweşbinî ne garantî ye. Xala 8’emîn a peymana 10’ê Adarê, wiha dibêje, “Em ê ji bo cîbicîkirina vê peymanê bixebitin.” Ango hewldan û însiyatîf hene. Em hê jî ji bo bicîhkirina vê dixebitin, lê pirsgirêkek bi sedan salî heye û ev ne hêsan e. Em pirsgirêkên kombûyî dijîn; çareserkirina vê ya di nava demekî kurt de ne hêsan e. Dem ne girîng e, ya girîng çareserkirina dosyayên bingehîn û nîşandana îradeya çareseriyê ye. Divê êdî ev îrade û leza xebatê zêde bikin. Em her tim îfade dikin em ji vê yekê re amade ne.
*Gelo girîngiya hevgirtina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi jinên din ên Sûriyê û jinên li herêmên pevçûn ên mîna Sûdan, Filistîn û Yemenê re çi ye?
Dema jinê di şoreşa Sûriyeyê de cih girt, armancên wan ên bingehîn hebûn, ji ber ku makezagona Sûriyeyê mafên jinan jî paşguh dikir. Wek jin pirsgirêkek me jî heye; pirsgirêkên pêkhate, bawerî û civakan. Em wek jin, neteweyek in û pirsgirêkên me yên hevpar hene. Her çend bawerî û meyldariyên me cuda bin jî, nasnameyek yekgirtî ya ku me dike yek, heye: Nasnameya jinê. Ji ber ku em jin in, rastî gelek neheqiyan tên. Pirsgirêka mafên jinan pirsgirêkek ku me li hev kom dike ye. Yekbûn tê wateya hêz, rêxistinbûn û bilindkirina dengê me yê di hemû platforman de.
Hevgirtina jinên Sûriyeyê ya ji bo avakirina civakek Sûrî ya adil û bê fikrên paşverû pirsgirêkek bingehîn û stratejîk e. Em wekî jin, her çiqas fikrên me, partiyên me û meyldariyên me bin jî, divê em di pirsgirêka mafên jinan de bibin xwedî vîzyonek zelal û di vê xalê de bibin yek. Ev xala hevpar a jinên Sûriyê ye.
Niha li dijî beşdariya jinan xetereyek mezin heye. Rola jinan tê marjînalkirin, vederkirin û înkarkirin. Fikr û qûrala ‘piştî bidawîbûna şer divê jin vegerin mal’ hê jî heye. Divê em vê qûralê bişkînin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê qûralê di astekî mezin de şikand. Jin ji destpêka şoreşê ve beşdarî pêvajoya avakirinê bûn. Her tiştî taloqê piştî şoreşê nekirin; berevajî vê yekê bi şoreşê re mafên jinan bihêz û xurttir kirin. Em wekî jinên Sûriyeyê, divê ji bo avakirina Sûriyeyek ku mafên jinan bi awayekî destûrî makezagonî mîsoger dike, bi hev re bixebitin.