Şerekî bê aso: Ji bêîstiqrariya pergalî ber bi îradeya gel û rola diyarker a yekîtiyê ve
Li ser şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de mehek derbas dibe, ev şer li gel nediyariye pêşerojê, ji hatina li dijî hev a leşkerî wêdetir, di asta herêmê û gerdûnî de bûye parçeyek zêdebûna aloziyan.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Li ser şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de zêdetirî meheke derbas dibe û ev şer hê jî didome. Di vê pêvajoyê de li pêşiya gelan pêşerojek nediyar heye û ncamên vê di sotemenî, aborî û qada siyasî de ne tenê di nava welat de, di asta gerdûnî de jî tê hîskirin.
Der barê vê mijarê de endama ‘Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî’ Besî Şamarî têkildarî şer wê heta ku biçe û çawa bi dawî bibe? Divê em li benda domandinê bin? Bersiva pirsên me da.
*Li gorî we ev şer dê bidome yan bi dawî bibe?
Ji 1991’ê ve şerên sîmetrîk û asîmetrîk ku Rojhilata Navîn xistine bin bandora xwe, ji pevçûnên berê tabloyek cuda derdixin holê. Şerê Îran-Iraq an jî geşedanên li Sûriyeyê bi nêrîneke kurt jî nîşan didin ku îro rûbirûyî şerekî ne klasîk e. Ev şer ne rê li ber aştiyek mayînde vedike, ne jî rageşiyê kêm dike. Berevajî wê bêîstîqrariyeke pergelî kûr dike.
Di vê pêvajoyê de aktorên herêmî û gerdûnî berjewendiyên xwe difikirin û ji ber vê jî der barê dawiya vê pêvajoyê de encameke zelal dernakeve holê.
Ya ji tundiya şer bi fikartir, nebûna stratejiyeke zelal ku dawî li van şerê demdirêj bîne ye. Ji ber der barê dê şer kengê bi dawî bibe de pênseyek diyar nîn e, derketina şerên hilweşîner jêneveger e. Mînakên vê îro li gelek cihên Rojhilata Navîn dikare were dîtin.
Pirsgirêka bingehîn, nebûna hedef û vîzyonek hevpare. Dibe ku ev rewş me ber bi fikirîna têgîna ‘Sazûmaniya nû ya dinyayê’ ji nû ve bibe. Jixwe ev sazûmanî niha ji nû ve tê şekildan.
*Plana 15 made ya DYE’yê em dikarin çawa binirxînin? Ev plan kîjan hedef û encaman digre nava xwe û di kîjan astê de tê bikaranîn? Her wiha gefa ‘vegerandina Îranê ya serdema kevir’ tê çi wateyê û nêzîkatiya kîjan stratejiyê diteyîsîne? Li aliyê din, tevî krîzên heyî tê dîtin ku Komara Îslamê ya Îranê di domandina şer de îsrar dike. Di heman demê de her du alî bi awayekî xwe dispêrin vê rewşê. Ev girêdan ji ku ava bû, kîjan faktor vê bihêz dike?
Di dema yekem a serokatiya Donald Trump de; nêzîkatiyê wî dem bi dem di çarçoveya ‘teoriya qralê dîn de’ dihat nirxandin. Ango ji bo reqîbên xwe bixin bin zextê, stratejiya avakirina nediyariyê dimeşandin. Lê belê daxuyaniyên dawî îşaret bi guherîneke belkêş dike. Ango behsa berdewamiya bernameya leşkerî ya demdirêj dike.
Têgîna ‘serdema kevir’ ne tenê gefeke leşekerî ye, di heman demê de peyameke psîkolojîk û civakî ye. Ev peyam, hilweşîna binesazî û avakirina atmosfera tirsê ya giştî hedef dike. Jixwe ev rewş ji bo gelek mirovan, bi awayên cuda tê jiyîn. Krîzên aborî û hawirdorê, xelaya dermanan, ziyandîtina binesaziyên jiyanî û bi taybetî zoriyên ku nexweşên kronîk di xwegihandina tadawiyê de dijîn hemû tabloyeke jiyana şênber a metaforma ‘serdema kevir’ pêşkêş dikin.
Daxuyaniyên dawî yên Trump, li aliyekî balê dikşîne ser kontrol û serkeftinê, li aliyê din jî diyar dike ku dê operasyonên leşkerî bidomin. Ev, nakokiya bêkarekteriya şerên modern e. Bêyî riya derketinê pêşkêş bike îlankirina serkeftinê ye. Nîşan dide ku der barê dê şer kengê bi dawî bibe de bernameyek nîn e, tevlihevbûna hedefan, heta guherînên siyasî yên astengkirina çekên nukleer, di nava biryardariyan de jî lihevkirinek diyar nîn e. Ev ne rewşeke diyar e, şer vediguherîne ji operasyonên sînordar ber bi pêvajoyeke hilweşîner a bêsînor.
Di vê navberê de guherîna gotinên DYE’yê yên der barê rola ewlehiya enerjiya gerdûnî de, bi taybetî di aliyê Tengava Hurmizê de, nîşan dide ku sazûmaniya navneteweyî ji nû ve pênase dike. Lê belê ev jinûve pênasekirin ji îstîqrarê zêdetir e, di zemîna zextên aborî, nerihetiyên civakî û reqabetên jeopolîtîk de pêk tînin.
Ev şer ne tenê pevçûnên di navbera çend welatan de ye, di heman demê de pêvajoya avabûna sazûmaniyeke nû ya di asta gerdûnî û herîmê de diteyîsîne. Heta ku pênaseya hedefeke rast neyê kirin, kûrbûna şer û zêdebûna maliyeta wê dê jêneveger be. Ev maliyet ne tenê gelên herêmê, wê hemû dinyayê bigre nava xwe.
Dîrok, nîşan dide ku piranî dewletên modern di qadên şer de şekil digrin. Lê belê têkiliya di navbera dewlet û şer de ne asan e, tevlîhev û gelek deman bi xeter e. Şer dewletê ava dike, dewlet jî şer ji nû ve hildiberîne. Ev zivrînek, îro li Rojhilata Navîn bi eşkereyî tê dîtin.
Her wiha divê dînamîkên hundîrin ên van şeran neyên paşguhkirin. Îran jî û Îsraîl jî (bi taybetî beriya 7’ê Cotmehê) û hevsengiyên siyasi yên navxweyî li DYE’yê û kontrolkirina civakî û di şekildayîna vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze.
*DYE û Îsraîl gelo hedef dikin li Îranê pergala siyasî biguherînin? Ev nêzikatî di kîjan astê de di polîtîkyên şênber de tê dîtin? Her wiha divê pêvajoyê de muxalef an jî aktorên nû ku divê pêvajoyê de bi bandor bin hene, yan jî divê qadê de hê gelek valahî heye?
Yek ji rastiya mudaxeleya leşkerî ya DYE û Îsraîlê, astengkirina Îranê ya çekên nukleer e. Lê belê ev gotin, bi lez berê xwe da nîqaşên ‘guherîna rejîmê’: ji hevdîtinên Maskat heta civînên Cenevreyê, nîşan dide ku rageşiya leşkerî û dîplomasî hemwext bi pêş dikevin.
Ev rewş, ji lihvekirina mayînde ya DYE’yê zêdetir, dide fikirîn ku ji nû ve şekildayîna hevsengiyên hêzê yên herêmî tê hedefkirin. Lê belê di vê pêvajoyê de, rêgeza ku herî zêde tê paşguhkirin, krîza mirovî ya gel dijî ye.
Di hundir de jî yek ji pirsgirêka herî mezin, nebûna alternatîfeke bi hêz û berfireh e. Ji ber nebûna alternetîfeke wiha, lawazbûna pergala heyî, ji derbasbûna demokratîk zêdetir, dibe ku valahiya hêzê ava bike.
Tevî hemû tiştî, di nava komên cuda yên muxalif de, hewldanên rêxistinkirinê tên dîtin. Lê belê ev hewldan, ji ber cudabûna nasname, reqabeta hundirîn û pirsgirêkên nûnertiyê, rastî zoriyên cidî tên.
Di encamê de, ya diyar ne tenê têkoşîna hêzê ya di navbera dewletan de ye, daxwazên gel û îradeya wan e. Dîrok jî nîşan dide ku heta daxwazên rast ên civakê bên paşguhkirin, krîz nayên çareserkirin, berevajî, tevlîhevî zêdetir dibe û maliyeta wê zêdetir dibe.