Welatiyek Bahaî ji hêla rejîma Îranê ve hate girtin

Romina Goli, welatiyeke Bahaî ya li Sari dijî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û bi “belavkirina propagandaya li dijî rejîmê" û "tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî" hate tawanbarkirin.

Navenda Nûçeyan – Romîna Golî, welatiya Behayî ya li Sarî dijî, duh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û îro li Dozgeriya Sarî rûniştinek hate lidarxistin.

Li gorî raporek ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a HRA ve hatiye weşandin, di dawiya vê rûniştinê de, fermana girtina demkî ya mehekê li dijî welatiya Behayî hate dayîn. Ew bi "propagandaya li dijî rejîmê" û "tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî" li gorî madeya 500 û madeya 500 (dubarekirî) ya Qanûna Cezayê Îslamî ya Îranê tê tawanbarkirin.

Çavkaniyek ji Herana re axivî ragihand ku di heman demê de bi binçavkirina Romîna Golî re, mala wê lêgerîn kirine û hêzên ewlehiyê amûrên dîjîtal ên kesane û pirtûkên olî yên bi baweriya Behayî ve girêdayî desteser kirine.

Civaka Behayî li Îranê di salên dawî de bi berdewamî bi zextên ewlehî û dadwerî yên berfireh re rû bi rû maye. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, beşek girîng a binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmneteweyên olî li Îranê li dijî welatiyên Behayî ne.