Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 1025’an de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 199’emîn di roja 1025’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 199’emîn, di roja 1025’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 198’emîn Cuma Bilehî axivî.
‘Ji bo hevrejiyana azad, azadiya fizîkî ya Rêber APO şertê bingehîne’
Cuma Bilehî diyar kir ku ji bo aştî û azadî li Rojhilata Navîn pêk were, divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were mîsogerkirin û got: “Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin, wek çalakvanên Mexmûrê em bang li raya giştî dikin ku, ji bo ev pêvajo serbikeve û azadiya fîzîkî ya Rêbertî were mîsogerkirin, çalakiyan xurtir bikin. Israrkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî, israrkirina azadî, wekhevî û hevrejiyana azad e. Ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn dinava azadiyê de bijîn, divê Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.”
Cuma Bilehî herî dawî anî ziman ku wek xelkê Mexmûrê ew ê heta dawî di têkoşîna xwe de israr bikin û çalakiyên xwe bidomînin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 199’emîn dawî bû.