TJA: Em ê tu carî li hemberî van êrîşan gav paşve navêjin
Bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, TJA'yê tekez kir ku êrîşên li dijî jinên Kurd sîstematîk in û diyar kir ku ew ê tu carî ji têkoşîna rizgariya jinan paşve gav neavêjin.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê, di 26'ê Çileya 2015'an de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî jinên Kurd ne bûyerên yekane ne û hat destnîşankirin ku polîtîkayeke sîstematîk a tasfiyekirinê li dijî têkoşîna rizgariya jinan tê meşandin.
Daxuyaniya TJA wiha ye:
“11 sal di ser rizgarkirina Kobanê de derbas dibe. Ev serkeftina ku di 26'ê Çileya 2015'an de bi dest ket, ne tenê bîranînek ji bo berxwedaneke berê ye; di heman demê de hişyariyek mezin e li dijî êrîş û zordariya berdewam a li ser jinan û hemû gelên ku jiyana azad diparêzin. Kobanê îro jî wek duh sembola berxwedan îradeya azad û têkoşîna jinan e
Êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê ne tenê kiryarek şer a asayî ye; ew beşek ji polîtîkaya tunekirinê ye ku tevahiya gelê Kurd hedef digre. Ev êrîş ji aliyê komên çete yên ji aliyê hêzên herêmî û cîhanî ve dihatin piştgirîkirin û li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan ve hatin kirin. Armanca sereke ew bû ku îradeya gelê Kurd a ji bo avakirina jiyana azad û bi rûmet bişkînin û bi taybetî jî veguherîna civakî ya ku di bin pêşengiya jinan de bi pêş diket, ji holê rakin. Ev şêwaza jiyanê ku li ser azadiya jinan disekine, ji aliyê pergalên serdest û mêr-serdest ve nayê qebûlkirin.
‘Jinan bi çek îrade rêxistin û hişmendiya xwe ya azadî dîrok nivîsandin’
Lê belê ev plana tarî li Kobanê hat pûçkirin. Berxwedana ku jinên Kurd pêşengiya wê kirin, ne tenê parastina bajarekî, di heman demê de nîşanî cîhanê da ku jin aktorên sereke yên rêxistin, parastin û ji nû ve avakirina jiyanê ne. Jinan bi çekên xwe, bi îradeya xwe, bi rêxistina xwe û bi hişmendiya xwe ya azadiyê, dîrok nivîsandine. Ji ber vê yekê, Kobanê ji serkeftineke leşkerî bêhtir bûye yek ji sembolên gerdûnî yên têkoşîna rizgariya jinan.
Modela jiyana demokratîk, piralî û kolektîf a ku îro li Rojava tê avakirin, berdewamiya îradeya li Kobanê derketiye holê ye. Ev modela ku jinan dixe navendê û li ser wekhevî û jiyana hevpar a gelan ava dibe, hê jî ji hêla zîhniyeta serdestiya mêr, yekparêz û netew dewletan ve wekî metirsiya herî mezin tê dîtin. Ji ber vê sedemê, Rojava bi salan e hedefa êrîş û dorpêçên sîstematîk e.
Di êrîşên dawî de, kiryara birîna porê jineke Kurd a ku ji aliyê yek ji çeteyan ve hatiye kuştin û weke diyariyek pênasekirin, nîşanek eşkere ya zîhniyeta barbar e ku bedena jinan hedef digre û bi birçîbûn, tîbûn û înkarkirinê dixwaze wan bindest bike. Ev êrîş ne tesadufî ne. Ew ji jinên Kurd, îradeya wan a azad, hêza wan a rêxistinkirî û pêşengiya wan a veguherîner di civakê de ditirsin. Ji ber vê yekê, ev êrîş rasterast nasnameya jinan û mafê jiyanê hedef digirin.
‘Em ê tu carî li hemberî van êrîşên gav paşve navêjin’
Weke TJA, em bi zelalî dibêjin: Em ê tu carî li hemberî van êrîşên ku rasterast jinan hedef digrin paşve gav navêjin. Ruhê berxwedanê yê ku li Kobanê derket holê, îro li Rojava û li seranserê Kurdistanê dijî, têdikoşe û dibe çavkaniya hêviyê. Ev têkoşîn ne bîranînek ji rabirdûyê ye; berxwedana jinan a zindî ye ku îro jî berdewam dike û pêşerojê ava dike.
Banga me ye ji bo hemû jinên pêşverû û azadîxwaz ên cîhanê, bi taybetî jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya mirovahiyê ev e: Em bang li we dikin ku hûn qadên azadiyê yên li Kobanê hatine bidestxistin biparêzin û hevgirtina xwe bi Rojava re xurt bikin. Ji ber ku her êrîşek li ser Kobanê êrîşek li ser pêşeroja jinên li çar aliyên cîhanê ye. Em, weke jinên Kurd, tu carî jiyana din qebûl nakin. Bi hemû hebûna xwe, em ê ji bo azadiyê bisekinin, jiyanê biparêzin van axan ji tarîtiyê biparêzin. Bi berxwedana xwe, bi rêxistinbûna xwe û bi baweriya xwe ya bi azadiyê, em ê avakirina pêşerojê bidomînin.
Jin Jiyan Azadî
Bijî Berxwedana Kobanê
Bijî Berxwedana Rojava.”