SOHR’ê têkildarî malbatên Efrînî yên li Kobanê daxuyanî da
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku bi dehan malbatên Efrînê ku koçberî Tebqa û Reqayê bûbûn, ji ber êrişên dawîn neçar man xwe li dibistanên li Kobanê bigrin.
Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), têkildarî koçberên Efrînî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku bi dehan malbatên Efrînê ku koçberî Tebqa û Reqayê bûbûn, ji ber êrişên dawîn neçar man xwe li dibistanên li Kobanê bigirin.
‘Qeyranekî mirovî ya giran’
SOHR'ê diyar kir ku li dibistanên Kobanê yên koçber lê dimînin ceyran, av û alavên germkirinê nîn in û got: “Malbat ji ber şert û mercên giran ên zivistanê û kêmasiya pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne.”
Daxuyanî wiha domiya: “Ji ber ku alîkariyeke xurt a mirovî ji herêmê re nayê pêşkêşkirin, trajediya malbat di nav de ne kûrtir dibe."
Di daxuyaniyê de bi taybetî îşaret bi rewşa zarokan hate kirin ku ji ber serma û mercên giran ên li derveyî mirovahiyê bi rîska giran re rû bi rû ne û banga alîkariya lezgîn hate kirin.