Rohilat Efrîn: Wê têkoşîna me li dijî polîtîkayên ku jinan paşguh dikin berdewam bike

Rohilat Efrîn di çalakiya 8’ê Adarê ya YJK-S’ê de axivî û diyar kir ku HTŞ jinan qebul nake û dê jin têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) li bajarê Zurichê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakiyek lidarxist. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat, Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) û nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î) Midia Piroti weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

Midia Piorti destpêkê axivî, qala çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bo têkoşîna jinê xaleke girîng e. Midia Piroti da zanîn ku li hemberî êrişên li ser Rojava Kurdên li diasporayê daketin qadan û piştevaniya xwe nîşan dan.

‘Em ji van natirsin

Rohilat Efrîn beriya bidest gotinên xwe bike cangoriyên aştî û demokrasiyê, kesên ku komkujiya 12’ê Adarê ên Qamişlo de hatine qetil kirin û Salih Muslim bi bîr anî. Rohilat Efrîn bal kişand ser pêşengiya jinê ya li Şoreşa Rojava û diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê bûn mînak û got: “Hikûmeta nû naxwaze me jinan qebûl bike. Li Şêxmeqsûdê bi êrîşa li dijî cenazeyên şervanên jin xwest me bitirsîne. Lê belê em ji vê natirsin. Em ê têkoşînê dewam bikin.”

Rohilat Efrîn anî ziman ku êrîşên li ser Rojava ne tenê li dijî herêmê ye, di heman demê de li dijî hemû Kurdan e. Da diyar kirin berxwedana li qadê û piştevaniya çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê encamên van êrişan bi sînor kir.

 Panel bi pirs û bersivan dom kir, bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.