Li Xezayê şer didome: 4 Filistînî hatin kuştin

Di êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê navenda Xezayê malek hedef girt de, 4 Filistîniyên ku du ji wan zarok, yek jin bû, hatin kuştin. Bi van binpêkirinên rojane peymana agirbestê ya ji Cotmeha borî ve di meriyetê de ye tê binpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Operasyonên leşkerî li Xezayê tevî peymana agirbestê jî bênavber berdewam dikin. Armancgirtina taxên sivîlan, kamp û stargehan berfireh dibe û ji ber zêdebûna êrîşên hewayî hejmara sivîlên ku tên kuştin, bi taybetî jinan û zarokên ku dibin hedef zêde dibe.

Her roj sivî tên hedefgirtin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyek de ragihand ku di sibeha îro de li bajarokê Temmûn ê li başûrê Tubasê, li bakurê Şerîaya Rojava, 4 Filistîniyên ji heman malbatê ku du ji wan zarok û yek jin bû, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, cenazeyên zilamekî 37 salî, jineke 35 salî û du zarokên 5 û 7 salî birine nexweşxaneyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hedefgirtina sivîlan şermezar kir û tiştê li Temûnê qewimî wekî aloziyeke xeternak dît ku li rêze binpêkirinên berdewam zêde dike.

Sivîlan hedef digrin

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên taybet ên Îsraîlê beriya ku ji nuqteyên kontrolê yên Eyn Şîblî û Teyasirê tevlî hêzên piştgiriyê yên leşkerî bibin, ketine nava bajêr û li wir gule li wesayîda malbatê reşandine, bav, dayîk û her du zarokên wan hatine kuştin.

Ji serê sibeyê ve, li bajarokê Temûnê gelek hêzên Îsraîlê tên dîtin û balafirên keşfê digerin. Di heman demê de çavdêr hişyariyê didin ku rewşa mirovî û ewlehiyê ji ber gulebaranên dubare û hedefgirtina wesayîdên sivîlan dê xirabtir bibe.