Rewşa Zeyneb Celaliyan û sê girtiyên siyasî di xeteriyê deye
Hate ragihandin ku dibin zext û gefên rejîma Îranê de rewşa çar girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd di xeteriyê de ye ku yek ji wan Zeyneb Celaliyan e. Rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan xirabe û rê li ber tedawiya wê tê girtin.
Navenda Nûçeyan – Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd a Îranê û zextên rejîma Îranê raporek parve kir.
Di raporê de hate ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan cezayê heta hetayî lê hatî birîn, tevî sê girtiyên siyasî yên din Perîsa Kemalî, Dr. Hemîd Qerehesenlû û Hecet Elîzadgan yê di girtîgeha Yezidê de xirabe û rê nadin ku werin tedawîkirin.
Hate diyarkirin ku her diçe rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan ku girtiya jin a siyasî ya herî kevine xirabtir dibe. Zeyneb Celaliyan ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û bi salane bi nexweşiyên giran re têdikoşe.
Malperê da zanîn ku têkiliya girtiyan bi malbatên wan re hatiye qut kirin, zextên ewlehiyê zêde bûne, pêşveçûna doza hinek ji wan bi hinceta windabûnê di rewşeke nediyar de hatiye hêlan ku ev rewş jî jiyana wan xistiye metirsiyê.