NY: Ji sala 2014’an vir ve zêdetirî 80 hezar koçber mirine yan jî winda bûne
Neteweyên Yekbûyî di raporeke nû de ragihand ku ji sala 2014’an vir ve zêdetirî 80 hezar koçber dema ku hewl didan riyên koçberiyê yên xeternak li seranserê cîhanê derbas bikin mirine yan jî winda bûne.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî îro ragihand ku ji sala 2014’an vir ve zêdetirî 80 hezar koçber mirine yan jî winda bûne, rêxistine weke yek ji krîzên mirovî yên herî tevlihev û dirêj bi nav dike. Ev encama xeterên mezin ên ku koçber di dema rêwîtiya xwe ya lêgerîna şert û mercên jiyanê yên çêtir de pê re rûbirû dimînin e.
Rêxistinê zelal kir ku ev hejmar tenê dozên bi fermî hatine belgekirin temsîl dike û destnîşan kir ku hejmarên rastîn ji ber bûyerên nehatine ragihandin, bi taybetî li deverên dûr an li ser riyên koçberiya nerêkûpêk, bi îhtîmaleke mezin pir zêdetir in.
Nebûna ewlehiyê jiyana bi milyonan dixe xeterê
Di raporê de hat destnîşankirin ku Deryaya Spî riya herî kujer ji bo koçberan dimîne, ligel riyên din ên xeternak li Afrîka, Emerîkaya Latîn û Asyayê ku berfirehbûn û giraniya vê diyardeyê nîşan dide.
Tê tekezkirin ku kokên krîzê piralî ne, di nav de pevçûnên çekdarî, xirabûna rewşa aborî, bandorên guherîna avhewayê û nebûna kanalên koçberiyê yên ewle û rêkûpêk ku bi hezaran kesan neçar dike jiyana xwe li ser riyên ne ewle bixin xeterê.
Banga rizgarkirinê
Di raporê de, rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir ku hewldanên rizgarkirinê xurt bikin, riyên qanûnî ji bo koçberiyê peyda bikin û sedemên bingehîn ên ku kesan ber bi koçberiya bi zorê ve dibin çareser bikin. Wê girîngiya hevkariya navneteweyî ji bo misogerkirina parastina koçberan û parastina mafên wan tekez kir û berdewamiya vê rewşê weke pirsgirêkek mirovî û exlaqî dît ku hewceyê çalakiyeke lezgîn û berfireh e.