Pervîn Buldan: Îhtîmaleke mezin piştî cejnê hevdîtinên qanûnan destpê bike

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re diyar kir ku tê payîn piştî cejnê, hevdîtinên qanûnan dê di komîsyona edaletê de destpê bikin.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî hevdîtinên bi Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û Wezîrê Dadê Akin Gurlek re li ber avahiya Wezareta Dadê tekildarî hevdîtinan daxuyanî dan.

‘Bendewariya sepana qeyûm û biryarên dadgehan heye’

Pervîn Buldan diyar kir ku wan 2 hevdîtinên girîng pêkanîn û wiha got: “Wezîrê Dadê di serdemeke ku, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) pêk nedihat de hat ser peywirê. Bendewariya gel a pêkanîna hiqûqê ji Wezîrê Dadê heye. Her wiha bendewariya gel ji ber sepana qeyûman ji Wezîrê Karên Navxeyî heye. Me her dû mijar jî ji wezaretan re parve kir û fikir û nêrînên xwe gotin. Hevdîtineke pir erênî bû.”

‘Temînata aştiyê edalet e’

Mîthat Sancar jî anî ziman ku ew li ser pêvajoyê, hiqûq û demokrasiyê hevdîtin pêk anîne û ev tişt gotin: “Me bendewariyên gel ji wezîr re ragihand. Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e. Ji bo aştiyeke mayindê pêdivî bi edaleteke ku ji bo hemû mirovan derbasdar e heye. Wezîrê Dadê ji bo derxistina qanûnan roleke girîng dilîze. Me ew yek ji Wezîrê Dadê re got. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî jî ji bo pêvajoyê girîng e. Me li ser xebatên wan agahî girtin û pêşniyarên xwe vegotin.”

‘Divê sepana qeyûm bi dawî be’

Mîthat Sancar têkildarî pirsa derbarê qeyûman de hatiye kirin jî bi lêv kir ku sepana qeyûman li dijî makezagonê ye û dirêjkirina sepanan, vê binpêkirinê zêde dike û anî ziman ku heviya wan ew ê, sepana qeyûman bi dawî bibe.

Pervîn Buldan jî li ser pirsa amadekirina dema qanûnan da zanîn ku li bendêne qanûn piştî cejne biçin komîsyona edaletê ji wir were komîsyona giştî. Pervîn Bûldan têkildarî xebatan diyar kiriye, îhtîmaleke mezin piştî cejnê di komîsyonên edaletê de dê hevdîtinên qanûnan destpê bike.