Li Xezayê qeyrana tenduristî: Xebatên MSF’ê di bin gefê de ne

Sektora tenduristiyê ya li Xezayê, piştî gefên paşînên ji bo rawestandina xebatên Rêxistina Bîjîşkên Sînornenas (MSF), bi xeteriya felcbûnê re rû bi rû ye. Rêxistinên alîkariya mirovî, vê gavê mîna “hincetek” ji bo astengkirina alîkariyê bi nav dikin.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê, di aliyê dîplomatîk û mirovî de aloziyek dijwar tê jiyîn. Rayedarên Îsraîlê, rêxistinên navneteweyî bi hilbijartinên dijwar ên ku bibe sedema qutkirina demara jiyanê ya bijîşkî ya dawîn a ji gel re, rû bi rû dihêle.

Rayedarên Îsraîlê, niyeta xwe ya di 28’ê Sibate de bidawîkirina xebatên Rêxistina Bîjîşkên Sînornenas (MSF) ragihand. Hinceta biryarê jî mîna redkirina rêxistinê ya lîsteyên karmendan tê diyarkirin û rayedar îdîa dikin ku ev yek ji bo 37 rêxistinên navneteweyî derbasdar e.
Rêxistina Bîjîşkên Sînornenas (MSF), vê biryarê mîna hincetek astengkirina alîkariyê bi nav kir û destnîşan kirin ku derbarê ewlehiya tîmên xwe û parastina daneyên xwe de garantî nastînin. Cidîbûna biryarê, bi rastiya ku rêxistin ji sedî 20’ê nivînên nexweşxaneyên li Xezayê mîsoger dike û par zêdetirê 800 hezar xizmetên bijîşkî mîsoger kiriye, derdikeve pêş.

Agirbesta lawaz û komkujiyên domdar

Di qadê de jî, peymana agirbestê ya di Cotmeha 2025’an de destpê kir, ji ber binpêkirinên domdar li ber xetereya hilweşînê ye. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku di 24 saetên dawî de 26 kes mirine û 68 kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî, hejmara kesên ku ji destpêka agirbestê ve jiyana xwe ji dest dane bû 523.
Ev xirabûn, bû sedem ku wezîrên derve yên welatên Ereb û Îslamî van binpêkirinan bi tundî şermezar bikin. Wezîran, diyar kirin ku ev yek gef li her pêvajoyek siyasî ya armanc dike aramiyê mîsoger bike, dixwe.

Zehmetiyên di derbasbûn û belgekirinê de

Îsraîlê, vekirina ceribandinê ya "Deriyê Sînor ê Refahê" asteng kir û tevî sozan jî rêwîtiya koma yekem a nexweşan hate astengkirin. Li Xan Yûnisê jî, kavil û dron gihandina ambulans û tîmên parastina sivîl a ji bo kesên hewce ne, dijwar dikin.