Li Silêmanî kampanya alîkariyê didome

Ev dû roj in kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdeheja Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê berdewam dike.

Silêmanî – Ev du roj in li Emne Soreke ya Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya komkirina alîkariyan hatiye destpê kirin û berdewam dike. Ev kampanya bi serpereştiya Dezgaha Medyayî ya Kurdsat, Saziya Civaka Sîvîl - SDO, Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê û Rêxistina Hêrûzûn hate destpêkirin û rojane ji saet 9’ê sibehê heta 11’ê şevê alîkarî tên girtin. Hejmarek zêde ya welatiyan tevlî kampanyê dibin, heta niha bi dehan ton xurak û pêdawîstiyên jiyanî hatine komkirin. Berpirsên kampanyê banga tevlîbûnek hîn xurtir li gel dikin.

Endama Rêxistina parastina zarokan ya Kurdistanê Rojan Samal ku beşdarî kampanya komkirina alîkariyê bûye wiha got: “Divê em Kurd hemû bi hev re bibin alîkar, divê xelkê başûr bi awayek baş alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û em bi vê yekê bidin nîşan dan ku Kurd her tim yek in.”

Endama Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê Nûr Sabr jî got, “Bi rêjeyek zêde xelk bi rêya kampanyayê alîkarî digîhinin me û bi vê mebestê her yekê dixwazin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin” û banga alikariyê li her kesê kir.

Banga piştevaniyê

Hemwelatiya bi navê Sûybe Elî ku hinek kel û pel ji bo kampanyayê aniye da zanîn ku divê hemû kesê li Başûrê Kurdistanê bi erka xwe ya welatparêziyê rabin û divê Kurd piştgiriya hevdû bikin û li benda dewletên din nemînin û got, “Netewa Kurd li kuderê bin hevdû digrin, ji ber wê divê piştgiriya hevdû bikin û divê xwe ji hevdî cûda nebînin û divê bejdarî vê kampanyayê bibin û em bi hev re alîkariya hevdû bikin.”