Li Cezayîrê panela li dijî tundiyê hat lidarxistin

Federasyona Niştimanî ya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet li Cezayîrê bi armanca ji bo parêznameya têkoşîna dijî tundûtujiya dijî jinên xwedî pêdiviyên taybet hêmanên pêwîstî avabikin, panelek li dar xist.

Cezayîr – Federasyona Niştimanî ya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet li Cezayîrê duh paneleke ku bi armanca ji bo parêznameya têkoşîna dijî tundûtujiya dijî jinên xwedî pêdiviyên taybet hêmanên pêwîstî avabikin, li dar xist. Panel li Peymangeha Niştimanî ya Tendrûstiya Giştî ya li Cezayîrê hat li dar xistin.

‘Zagon li dijî tundiyê naparêze’

Rêvebera Navenda Agahdarî û Belgekirina Mafên Jin û Zarokan Nadia Ait Zai der barê mijarê de ji ajansa me ra axivî û wiha got: “Em astengdariya ji ber tundiyê rûdide nîşan didin, ji ber nebûna serjimariyên fermî û hejmara bûyerên tundiya dijî jinan rastî jî ji vê zêdetir e. Zagona Cezayîrê tundiya dijî jinê ji sala 2015’an de sûc dibîne, lê ew zagon dinava xwe de kesên xwedî pêdiviyên taybet nahewîne. Lê madeya 72’an ya makezagon û madeya 21’an a zagona tendrûstiyê ya sala 2018’an kesên xwedî pêdiviyên taybet diparêze.”

Sedî 75’ê jinan rastî tundiyê tên

Nadia Ait Zai di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Ji ber pêşveçûna di warê têkoşîna li dijî tundûtujiya li hemberê jinan pêkhat de, stratejiyek niştmanî bi cih bû ku zagonên cezayan, destdirêjiya fîzîkî û derûnî ya jinan sûc dibîne. Lê belê tundî ranewestiya û bûyerên tundiya dijî jinan bi hejmarek zêde tomar dibe. Sedî 75’e jinan rastî tundiya  hevjînên xwe an jî ferdek malbata xwe tên,  sedî 40’ê jinan jî ji bo rastî tundiyê neyên neçar dimînin mûçeyên xwe bidin hevjîn, bav û birayên xwe û sedî 6’ê jinan jî ji mûçeyên xwe mehane nêpar tên hiştin.”

Tundûtûjiya domdar

Seroka Federasyona Niştimanî ya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet a Cezayîrê Atika El-Maamarî jî der barê panelê de wiha axivî: "Em di şert û mercên bi êş de dijîn, tundûtûjiya domdar rê li ber pêşketina wan digre."

Seroka Komeleya Cezayîrê Şerîfe Xeddar jî aplîkêşina dîjîtal ya nû ji bo şopandina bûyerên tundiya dijî jinan dest nîşan kir û da zanîn ku ew makînazma zarokên keç û jinên xwedî pêdiviyên taybet ji hemû cureyên tundûtujiyê biparêze.

Hewl didin dengê jinên rastî tundiyê tên bilind bikin

Çalakvana Jinan û Rêvebera Rojnameya Jinên Cezayîrê Amal Hejaj jî mijarek bi navê Amûrên nû yên ragihandinê, hişyariya pêşîlêgirtin û kêmkirina tundûtujiya dijî zarokên keç û jinan pêşkêşkir.  Amal Hejaj metedolojeyk kar nû ji bo hevkarî û karê hevbeş ya di navbera hemû aliyên peywendîdar ji civaka sivîl û desthilata bilind de pêşniyar kir da ku dengê jinên hatiye paşguhkirin û rastî tundiyê tên bilind bikin bigihijînin Encûmena Gel ya Niştimanî.