Li Rojava zarokek din ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Li Rojavayê Kurdistanê sivilên ku ji ber êrîşan ji cih û warên xwe bûn, li mizgeft, dibistan, dêr û qadên vala bi cih bûn. Li Qamişloyê zarokek din ku neçar ma li mizgeftê bimîne, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAIŞ û HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê dibin sedema karesateke mirovî.

Li gorî daneyên ji aliyê meclîsên gel ve hatine parvekirin, ji ber êrîşên ku ji destpêka meha Çileyê û vir ve berdewam dikin ji bejahiya Hesekê, Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê 136 hezar kes ku piranî ji Efrîn û Serêkaniyê ne, neçar man ku biçin Kantona Cizîrê. Sivîlên ku ji cihên xwe hatine derxistin li mizgeft, dibistan, dêr û hwd. têkoşîna jiyanê didomînin. Ji ber sermaya zivistanê jî krîz girantir dibe. Bi taybetî zarok, kal û nexweşên kronîk ji ber hewaya sar di xeterê de ne.

Zarokek din jiyana xwe ji dest da

Duh li Qamişloyê zarokekî 13 salî yê nexweş li mizgeftê ji ber hewaya sar jiyana xwe ji dest da, ev yek bû yek ji mînakên herî bi êş û rewşa heyî nîşan dide. Ji ber derfetên kêm, tîmên tenduristiyê û nebûna derfetên germbûnê, fikar heye ku bûyerên wiha zêde bibin.

Gelek koçberên ku ji jin û zarokan pêk ten hene, gelek dayîk cil û berg û betaniyeyan ji bo zarokên xwe ji sermayê biparêzin, nabînin. Ji ber nebesiya şert û mercên hîjyenê, pitik bi xeteran re rûbirû ne, rewşa tenduristiyê xirab dibe. Jin hem li zarokên xwe dinêrin, hem jî hewl didin li ser piyan bimînin.