Li Lubnanê ji ber êrîşên nû hejmara mirî û birîndaran zêde dibe
Êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê berdewam dikin û di dema ku fermana valakirina ji sedî deh ya bajêr hatiye dayîn de, hejmara kesên hatine kuştin zêdetirî 687’an e.
Lubnan – Di roja 10’emîn a ragêşiyên leşkerî yên zêde li ser Lubnanê, hêzên desthilatdariya Îsraîlê beriya êrîşên xwe yên bi armanca hedefgiritna cihên Hizbullah, fermana valakirina lezgîn a herêmên başûr da.
Êrîşek asmanî ya Îsraîlê îro li herêma Aqariyat ku bi navê “El-Fawwar” tê zanîn, hat kirin. Êrîş li ser avahiyek ku niştecîh lê dimînin hat kirin û bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan.
Li gorî agahiyên ku ajansa me şopand, di dema ku karên lêgerîn û rizgariyê hîn jî didomin ku qurbaniyan ji bin enqazan derxin de, zêdetirî 30 ambulans çûn cihê bûyerê û birîndaran veguhestine nexweşxaneyên nêzîk.
Agahiyên destpêkê diyar dikin ku êrîş armanca operasyonek kuştina hedefdar bûye, lê ji ber ku êrîş li herêmek niştecîhiyê ya pir qelebalix qewimî, gelek sivîl birîndar bûne.
Hejmara destpêkê: 12 sivîl hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.
Duh Îsraîlê asta êrîşên xwe li ser axa Lubnanê zêde kir û gefa berfirehkirina operasyona xwe ya erdî xwar. Ev bi fermana valakirina bi zorê re hat ku nêzîkî ji sedî 10 ji qada welêt digre. Ev jî tirsên mezin dide ku krîza mirovî zêde bibe û pêla koçberiya nû di nav sivîlan de belav bibe.
Medyayê diyar kir ku hejmara qurbanên êrîşên asmanî yên Îsraîlê li Lubnanê ji destpêka şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullah de, gihîştiye zêdetirî 687 kesan. Di nav wan de 98 zarok û 52 jin hene.
Desthilatdarên Îsraîlî ferman dan ku herêmên başûrê Lubnanê bi lez werin valakirin berî ku êrîşên nû li ser cihên girêdayî Hizbullah werin kirin. Ev gav hişyariyan berfireh kir ku herêmên ku li bakurê Çemê Lîtanî ne jî bigre û ji niştecîhan hat xwestin ku bi lez ber bi bakurê Çemê Zihranî ve biçin.