Li Şengalê li ser Jineolojî semîner hat dayîn
Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendinê’ de Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek da. Di semînerê de li ser mîsyon û girîngiya Jineolojiyê niqaş hatin meşandin.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendinê’ de ku ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatibû destpêkirin, Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek da hemû jinên ku di meclisên TAJÊ de cih digirin.
Semîner li Şaredariya Gel a Serdeştê ji aliyê endama Akademiya Jineolojiyê Delîla Medya ve hat dayîn.
Beriya destpêkirina semînerê di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn. Piştî bibîranîna şehîdan nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Akademiya Jineolojiyê re şandibû hat xwendin.
‘Pêwîst e ji her alî ve ji xwe bawer bin’
Di semînerê de endama Akademiya Jineolojiyê Delîla Medya li ser mîsyon û girîngiya Jineolojî axivî. Delîla Medya diyar kir ku jin pêşengtiya banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin û wiha got: “Divê destpêkê li her cihê ku em lê ne rastiya Serokatî bînin ziman û bidin famkirin. Bendewariya Rêber Apo ji bo jinan pir zêde ye. Wek Şengal em çawa bikaribin pêşengtî ji jinên cîhanê re bikin, em ê li ser vê bisekinin. Pêwîst e jin ji her alî ve ji xwe bawer be. Ji bo azadiya xwe û azadiya civakê têbikoşin. Divê hemû jin hêz û têkoşîna xwe bikin yek.”
‘Divê em di Jineolojiyê de kûr bibin’
Piştî axaftina endama Akademiya Jineolojiyê Delîla Medya jinên ku tev li semînerê bûbûn jî li ser mijarê nêrînin xwe anî ziman û ev tişt vegotin: “Destpêkê em Rêber Apo silav dikin û bi dîtina wî gelek kêfxweş bûn. Tiştekî gelek girîng e ku em niha jin di semînera jineolojiyê de tên gelhev. Beriya her kesî heta beriya jin Rêber Apo jin fikiriye û ji bo azadiya wê têdikoşiya ye û têdikoşe. Rêber Apo dixwaze jin azad bibin û azad bijîn. Divê em jin jî xwe ji her ali ve perwede bikin da ku bikaribin erk û mîsyona pêşengiya xwe. Em dixwazin xwe di felsefeya Jineolojiyê de kûr bikin û di jiyana xwe de bidin rûniştandin.”