Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceya tazî û hovîtiyê derketin holê
Di dosyaya lêpirsîna navenda lênerînê ya li Êlihê de ku zêdetirî 80 kes hatibûn binçavkirin, dîmenên nû yên îşkenceyê derketin holê. Xebatkaran nexweş di odeyan de mifte kirine û îşkenceya fîzîkî li wan kirine.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astengdar, kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin.
Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê di lêpirsîna ji rayagiştî veşartî hat meşandin de ji 80’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10’an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartinê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan yên giran yên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.
Îşkence û tundî
Di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxadinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiyê li astengdar, kal, pîr û nexweşxan dike.
Malbatan serî li ÎHD’ê dan
Piştî operasyonê Navenda Rehabîlîstasyon aTaybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên îşkence, êrîşa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin holê hinek malbatan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.
Tevî ku çend roj ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yênder barê îşkenceya li navendê hatiye jiyîn derketin holê.
Di dîmenên nû yên ku ajansa JINNEWS’ê weşandî de, tê dîtin ku li astengdar, kal û pîr, nexweşxan tundiya fîzîkî û îşkenceya tazî tê kirin. Di dîmen de tê dîtin ku xebatkarên navendê cilên kesên li navendê dimînin derdixin û li ber çavên yên din tundiyê dike, tu kes jî mudaxale nake, li serê wan ling û her derê bedena wan dixin.
Jin, mêr û zarok bi tundiyê re rûbirû ne
Di heman dîmenan de tê dîtin ku nexweş ji aliyê xebatkaran ve bi awayekî tazî li salona navendê bi erdê ve tên kaşkirin. Di hînek dîmenan de tê dîtin ku jin, mêr û zarok tundiyê dibînin.
Di dîmenên din de, li ser bedena nexweşxan şopa îşkenceyê heye. Di dîmenek din de xebatkar nexweşekî di mutbexê de mifte dike û di dîmenek din jî cilên nexweşekî jê tên girtin, tazî tê sekinandin. Di dîmenek din de jî xebatkar dikeve odeya nexweş û tundiyê li nexweş dike.