Kolanên Kirmanşanê bû qada serhildanê

Pêla nû ya xwepêşandanan li Qada Azadiyê dest pê kir û heta Qada Ferdewsî berdewam kir. Her wiha Xwepêşandan li taxên Dîzelabad û Devletabad jî belavbû. Li gorî çavkaniyan, gel ketin Daîreya Bacê ya Kirmaşanê jî.

Kirmaşan – Ji îro danê sibê ve kombûnên berfireh li zanîngehan û li gelek deverên Kirmaşanê çêbûn. Hejmarekî zêde esnafan ketin grevê û hebûnên gel ên li kolanan zêde dibe.

Li gorî çavkaniyan, gel ketin Daîreya Bacê ya Kirmaşanê jî. Şahîdên bûyeran, radigihînin ku pêla nû ya xwepêşandanan li Qada Azadiyê dest pê kir û heta Qada Ferdewsî berdewam kir. Xwepêşandan li taxên Dîzelabad û Devletabadê belavî qadek berfirehtir bûn.

Vîdyoyên li ser medyaya civakî belav dibin, nîşan didin ku hêzên ewlehiyê li dora Meydana Musaddik guleyan li xwepêşanderan dibarînin. Şahîdan, ragihandin ku li Kolana Cewanşîr û li ser rêya ber bi Parka Şîrîn ve gel kombûye û hêzên tepeserkirinê li wan deveran jî guleyan barandine. Vîdyoyên hatine parvekirin, nîşan didin ku xwepêşandana xwendekarên Zanîngeha Azad a Kirmanşahê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî hate tepeserkirin û hinek xwendekar hatin binçavkirin.

Beriya niha xwepêşandanên li Kirmanşahê piranî di saetên şev de pêk dihatin; lêbelê xwepêşandanên îro nîşan didin ku dijberiya li dijî desthilatdariya Komara Îslamî niha veguheriye çalakiyên berdewam ên tevahiya rojê tên lidarxistin. Ev rewş, nîşaneya biryardariya gele ku tevgera xwepêşandanê didomînin û berfireh dikin.

Danê siharê bi despêkirina xwepêşandanan re leza înternetê bi tundî kêm bû û tê payîn ku ger kombûn berdewam bikin wê hikûmet ji bo hêsankirina tepeserkirina gel û astengkirina nûçeyan, gihîştina înternetê bi tevahî qut bike.

Ev pêla nû ya xwepêşandanên li Kirmaşanê, nîşan dide ku atmosfera civakî ya bajêr ketiye qonaxek nû ku gel ne tenê şev, di nava rojê de jî kolanan vediguherînin qada xwepêşandanan. Ev dem û berfirehbûna beşdarbûnê, ji bo hikûmetê xwedî wateyek zelal e û  xwepêşandan êdî ne bi kêliyên kurt û belavbûyî ve sînordar e, bi awayekî domdar û rêxistinkirî didome.

Di heman demê de, greva berfireh a esnafan û hewildanên li dijî saziyên dewletê yên mîna Daîreya Bacê, nîşan didin ku xwepêşandan tenê bi kolanan re nesînordar e û beşên aborî û pîşeyî jî beşdarî tevgerê dibin. Ev hevgirtina di navbera xwendekar, dikandar û gelê asayî de hêza civakî ya xwepêşandanan zêde kiriye û hikûmetê xistiye rewşek dijwartir.