Ji jinan banga beşdariya mitînga 10’ê Çileyê

Pêkhateyên Mitînga Jinan, banag beşdariya mitînga di 10’ê Çileyê de kir û got: “Em ê 10’ê Çileyê li qada Tandogan a Enqereyê di mitînga jinan de bên ba hev. Em bi hevre dengê xwe bilind dikin.”

Navenda Nûçeyan – Pêkhateyên Mitînga Jinan, ji bo mitînga jinan ku dê di 10’ê Çileyê de li Qada Tandoganê ya Enqereyê bê li darxistin daxuyanî da. Girseya ku di nav de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Enqereyê û endamên saziyên jinan hebûn li Cadeya Yukselê ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Em ji bo maf û jiyana xwe di 10’ê Çileyê de li mitîngê ne” vekirin. Jinan bê navber dirûşmeyên, “Jin, Jiyan Azadî” û “Bijî piştgiriya jinan” berz kirin.

‘Mafê jiyanê ji destê me tê girtin’

Li ser navê Pêkhateyên Mitînga Jinan metna hevpar Berfîn Gozde Tuncay xwend. Berfîn Gozde Tuncay diyar ku ew li dijî polîtikayên mafên jinan binpê dikin, xwedî li vîna xwe derdikevin û wiha got: “Li çar aliyên welat jin ji bo xwedî li mafên xwe derbikevin tên Enqereyê. Xaniyên me, zanîngeh û kolan ji bo jinan ne ewle ne. Mekanîzmayên jinan ji tundî û kuştinan diparêzin yek û yek ji destê me girtin. Hevpeymana Stenbolê ku jinan diparêze betal kirin û bi vê yekê re li dijî hiqûqî derketin. Pakêtên Dadgehê ku desthilat bi polîtikayên bê cezakirinê dixe meriyetê, di serî de jin, zarokan û jiyana civakê dixe xetereyê. Li dijî jinên astengdar û zarokan bûyerên destdirêjiyê her ku diçe zêde dibe. Jin mahkumî mûçeyê erzan tên kirin û keda jinan tê binpêkirin.”

‘Em ê bi hevre dengê xwe bilind bikin’

Berfîn Gozde Tuncay  destnîşan kir ku bi qanûnan li dijî jin û kesên LGBTI+ nefret zêde dibe û wiha got: “Polîtikayên şer daxwazên aştiyê binpê dike û mafê me yê aştiyê tune tê hesibandin. Li dijî van kiryaran ji bo mafên xwe em di 10’ê Çileyê de li Qada Tandoğan tên ba hev û daxwazên xwe tînin ziman. Em hemû jinan vedixwînin ku werin daxwazên xwe bînin ziman.”

Piştî daxuyaniyê jinan ji bo vexwendina mitîngê belavok li derdorê belav kirin.