Şêniyên Zirganê: Divê êriş rawestin

Meclisa bajarê Zirganê û pêkhateyên wê ji bo şermezarkirina êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê û komên çete yên dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan li Helebê, daxuyanî da û bang li saziyên hiqûqî kir.

Zirgan – Cîhadîstên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) û komên çete yên dewleta Tirk du roj in êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê Şêx Meqûs û Eşrefiyê, ranewestandiye. Di encama êrîşan de gelek kes di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar in.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser sivîlan û binpêkirina mafê mirovan, Meclisa bajarê Zirganê li Kantona Cizîrê daxuyanî da.

Daxuyaniya ji aliyê Hevseroka Meclisa bajar Diyana Wejdî ve hat xwendin, wiha bû:

“Em bi tundî êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku ji hêla komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de çêdibin, şermezar dikin. Ji ber bûye sedema êrîş, komkujî û koçberiyê ku zirara herî zêde li jin û zarokan dibin. Êrîş ewlehiya gel û taxan xistiye xeteriyê, em vê asta dijwar ji tundiyê û binpêkirinên ku jiyana mirovan hedef digre qebûl nakin.

Êrîş hemû mafên mirovan û zagonan binpê dike û sûcek e li dijî exlaqê mirovahiyê ye, di demek ku êrîş zêde dibin û can dibin qurbanî. Bêdengiya navdewletî tirsa heyî li ser jiyana jin û zarokan zêde dike. Em bang li saziyên hiqûqî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya exlaqî û zagonî rabin û êrîşên li ser sivîlan rawestînin, jiyana sivîlan biparêzin.

Pêwîste êrîş û qetilkirina sivîlan rawestin û her kes ji bo civakeke dadmend û aştiyane dest bidin hev û bixebitin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” bidawî bû.