Ji bo xwendekar Parniyan Hodabahşî xwepêşandan
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Şerîf ji bo serbestberdana hevalê xwe yê zanîngehê, Parniyan Hodabahşî xwepêşandandek li dar xistin.
Navenda Nûçeyan – Komek ji xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Şerîf li dijî berdewamiya girtina Parniyan Hodabaşi, ku ew jî li heman zanîngehê dixwîne, nerazîbûn nîşan dan.
Bertekên xwendekaran
Xwendekaran di xwepêşandê diyar kirin ku ew ê hefteya bê beşdarî tu waneyan nebin. Her wiha hat gotin: “Hevala me Parniyan Hodabahşi 54 roj in girtî ye û zanîngehê ji bo serbestberdana wê tu gavên fîlî û bi bandor neavêtiye.”
Parniyan şandin girtîgeha Karaçkê
Li gorî raporan, Parniyan Hodabahşi, xwendekarê beşa endezyariyê ye. Di meha Sibatê de hate binçavkirin û pişt re hate girtin û ew şandin girtîgeha Karçakê.
hêjayî gotinê ku wane li Zanîngeha Şerîf ya Teknîkî bi rêya înternetê tên dayîn.