Girtiyên siyasî li Urmiyeyê xwarinên xirab protesto kirin
Li gorî nûçeyan, girtiyên siyasî ku li qawîşa bi navê ‘Îrşad’ ya girtîgeha navend a Urmiye tên girtin, bi armanca protestokirina xwarina xirab, xwarin ne girtin û xwarin vegerandine.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, roja 14’ê Nîsanê di saetên nivro de nêzî 49 girtiyên siyasî ku li qawîşa bi navê ‘Îrşad’ ya girtîgeha Navend a Urmiye tên girtin, ji ber bêhna xirab û kalîteya xirab a xwarinan, xwarin ne girtine.
Heman çavkaniyê ragihand ku ev çalakî, li dijî şertên xwarinê yên girtîgehê di asta protestoyên girseyî deye.
Çêkirina xwarinan gelek xirab bûye
Di raporê de hate diyarkirin ku, kalîteya xwarinan li girtîgehên Îranê di nava salekê de bi caran ji aliyê girtiyan ve hatiye protestokirin û di mehên dawî de rewş hê xirabtir bûye. Hinek çavkanî îfade dikin ku, ji destpêkirina pevçûnên dawî heta niha, xwarin hem di aliyê kalîte û mîktar de kêm bûye, heta di hinek rewşan de ji ber kalîteya xirab a xwarinan, xwarin nayê xwarin.
Neçar dimînin ji kantînan tiştan bikirin
Her wiha girtî, ji bo pêwîstiyên xwe yên xwarina bingehîn pêkbînin, neçar dimînin ji kantînên girtîgehê tiştan bikirin. Lê belê li gorî çavkaniyan, bihayên van kantînan her zêde dibe.
Li aliyê din hate destnîşankirin ku gelek girtî di nava pirsgrikên madî dene û malbat jî desteka aborî nakin. Li gorî agahiyan, ev rewş rê li ber wê yekê vedike ku hinek girtî di pêkanîna pêwîstiyên xwe yên asgerî yên xwarinê de zorî dikşînin û di hinek rewşan de birçî dimînin.