Fîlozofa Fransî Catherine Malabou ji Abdullah Ocalan re name şand

Fîlozofa Fransî Catherine Malabou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şand de piştgiriya xwe anî ziman û wiha got: "Mafê we ye ku piştî ewqas salan weke mirovekî azad bijîn. Azadî mafê we ye; ev yek ne cihê nîqaşê ye.”

Navenda Nûçeyan – Fîlozofa navdar a Fransî Catherine Malabou piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman, nameyek ji Abdullah Ocalan re şand û diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û ew azadiyê heq dike.

Fîlozofa Fransî Catherine Malabou nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand, piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman. Catherine Malabou, diyar kir ku Abdullah Ocalan azadiyê heq dike û got: “Mafê we ye ku piştî ewqas salan weke mirovekî azad bijîn. Azadî mafê we ye; ev yek ne cihê nîqaşê ye.”

Naveroka nameyê û nêrîna li ser pêvajoyê

Catherine Malabou, di nameya xwe ya ji bo ku bigihije destê Abdullah Ocalan radestî Heyeta Îmraliyê kir de wiha got: “Gelek ji me, ji Tirkiyeyê û deverên din ên cîhanê, yên ku rûmet, azadî û naskirina Kurdan diparêzin, kêfxweş in ku dizanin pêvajoyek bi rastî jî ji bo dayîna mafên sivîl ji endamên berê yên PKK’ê re dest pê kiriye. Ev pêşveçûna dawî serkeftinek mezin e ku bi saya biryara we ya jîr û wêrek a beşdarbûna di pêvajoyeke siyasî ya aştiyane de hatiye bidestxistin.

 Divê demokrasî, her dem û li her deverê ku gengaz be, ser bikeve. Li Fransayê, mîna min, gelek heyranên we hene ku we dixwînin û bi awayekî kûr bi şêweyê rêxistina siyasî ya ku hûn xeyal dikin û parêzvan in - konfederalîzma demokratîk. Tenê tiştê ku nayê tehemûlkirin ew e ku tu hîn jî di girtîgehê de yî. Ez hêvî dikim ku ev rewşa nemirovane zû biqede. Piştî van hemû salan, tu heq dikî ku wek mirovekî azad bijî; bê guman tu heq dikî azadiyê. Di vê navberê de, cesareta xwe biparêze, 'Apo' yê delal."

Perwerde û xebatên akademîk ên Malabou

Catherine Malabou, doktoraya xwe di sala 1994’an de li École des Hautes Études en Sciences Sociales (EHESS), di bin şêwirmendiya Jacques Derrida de temam kir. Catherine Malabou, teza xwe ya doktorayê ya li ser Hegel, bi sernavê L’Avenir de Hegel: Plasticité, temporalité, dialectique (Pêşeroja Hegel: Plastîkîtî, Demkîtî, Diyalektîk) pêşkêş kir. Catherine Malabou, piştre bi mamosteya xwe Jacques Derrida re pirtûka bi navê La Contre-allée (1999) jî nivîsand.

Catherine Malabou, bi nêzîkatiya xwe ya resen şîroveyên Hegel û têgeha "plastîkîtî" tê nasîn.