Di êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê de du rojnamevanên jin hatin hedef girtin

Ji ber êrîşek Îsraîlê li ser bajarokê El-Teyrî yê başûrê Lubnanê de du rojnamevan û tîma ambulansê hatin hedef girtin. Rojnamevan Zeyneb Ferec birîndar bû û têkiliya wan bi Emel Xelîl re qut bû.

Navenda Nûçeyan – Di encama ragêşiyeke xeternak li başûr Lubnanê, tîmê ambûlansê û du rojnamevan hatin hedefgirtin. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku wesayîteke Xaça Sor a Lubnanê ku rojnamevan Zeyneb Ferec ji bajarokê El-Teyrî ber bi Nexweşxaneya Hikûmetê ya Tebnînê ve dibir, rastî gulebaranê hat.
Şopa guleyan li ser erebeya ku rojnamevan Zeyneb Ferec tê de bû bi zelalî xuya dikir. Ku ev diyardeya berfirehiya aloziya rewşa mirovî û ewlehiyê ya li herêmê ye. Ev pêşketin hemwextî hewlên rizgarkirina birîndaran ji bajarokê El-Teyrî, Bint Jibêl berdewam tên. Her wiha di nav şert û mercên dijwar ên xwecihî û gefên ku rê li ber temamkirina operasyonên rizgarkirinê tên girtin.

‘Rojnamevanên jin hatin hedefgirtin’

Raporê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê li ser yek ji rêyên bajar dema ku tîmek çapemeniyê li wir bû, erebeyek hedef girtin, di encamê de birîndar bûn. Dema ku tîmên Xaça Sor cenazeyên du jinan ji cihê êrîşê derdixistin, xaniyek ku her du rojnamevan lê xwe veşartibûn hate bombebarankirin. Di encamê de Zeyneb Ferec birîndar bû û têkiliya wê bi hevkara wê Emal Xelîl re qut bû.

‘Tîmên Xaça Sor hatin hedefgirtin’

Li gorî medyaya Lubnanê, hêzên Îsraîlê tîma Xaça Sor kirin hedefa êrîşên xwe û nehiştin ku ew bigihîjin Emel Xelîl. Li aliyek din, tîmên ambulansê karîbûn cenazeyên her du jinên kuştî, digel rojnamevana birîndar Zeyneb Ferec, veguhezînin Nexweşxaneya Tebinîn ya hikûmetê.

‘Çarenûsa Emel Xelîl nediyar e’

Ji ber berdewamiya hedefgirtin û astengkirina tîmên tenduristî. Ne gengaz bû ku bigihêjin Emel Xelîl. Û heya kêliya amadekirina vê nûçeyê çarenûsa wê nediyar e.