Di êrîşa Îsraîlê ya li hember Lubnanê de Rojnamevan Emel Xelîl hat kuştin

Nûçegîhana rojnameya El-Axbar, Emel Xelîl piştî ku di sala 2024’an de gefên kuştinê yên rasterast li ser wê hat xwarin, li bajarokê El-Teyrî yê li başûrê Lubnanê di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), rojnamevan Emel Xelîl ku ji bo rojnameya El Axbar a Lubnanê dixebitî û wênekêşa serbixwe Zeyneb Ferec a li bajaroka Tayrî yê li başûrê Lubnanê di dema rêze êrîşên asmanî de stargeh dîtin, rastî êrîşê hatin. Emel Xelîl jiyana xwe ji dest da û Zeyneb Ferec jî birîndar bû.

Li gorî daneyên meydanî Zeyneb Ferac rakirine nexweşxaneya hikûmetê ya li Tebnînê û tê dermankirin.

Ev çaremîn xebatkara medyayê ye ku ji meha Adarê ve li Lubnanê ji hêla hêzên Îsraîlê ve tê kuştin.

Rayedarên Lubnanî hêzên Îsraîlî tawanbar kirin ku hewl didin rê li ber xebatkarên awarte bigirin ku wan rizgar bikin. Li gorî NNA’yê xebatkara Xaça Sor Zeyneb Ferac di bin guleyên dijminane de birine nexweşxaneyê.

Îsraîl sûcên şer dike

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam i X re wiha nivîsand: “Armancgirtina rojnamevanan û astengkirina gihîştina tîmên rizgarkirinê bo wan û dûv re jî ji nû ve hedefgirtina wan tîman piştî ku ew gihîştin, sûcên şer ên hatine binavkirin in. Êrîşên Îsraîlê yên li ser xebatkarên medyayê êdî ne ‘bûyerên îzolekirî’ ne, ‘rêbazeke damezrandî ne ku em şermezar dikin.’

Artêşa Îsraîlê qebûl kir ku du rojnamevan di encama êrîşan de birîndar bûne, lê got ku "ew rojnamevanan hedef nagirin û ji bo kêmkirina zirara wan tevdigerin di heman demê de ewlehî û parastina leşkerên xwe biparêzin.”

Artêşa Îsraîlê israr kir ku wan rê li ber tîman negirtiye ku bighîjin herêmê û got ku hûrguliyên derbarê bûyerê de di bin lêkolînê de ne.

Êrîş rastî gelek bertekan hat

Êrîşên Îsraîlê yên roja Çarşemê nerazîbûna gelek rêxistinan, di nav de Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), derxist holê.

Dîrektora Herêmî ya CPJ’ê Sara Qudah got: “CPJ hêzên Îsraîlî ji xistina jiyana Emel Xelîl di xetereyê de û birînên ku Zeyneb Ferac piştî êrîşa hedefgirtî ya li ser cihên wan wergirtiye berpirsyar dibîne.”

Li gorî CPJ, Îsraîl berpirsiyarê du ji sêyan kuştinên rojnamevan û xebatkarên medyayê yên di sala 2025’an de bû.

Di destpêka vê mehê de, pisporên NY daxwaza lêpirsînek serbixwe ya navneteweyî kirin piştî ku artêşa Îsraîlê sê rojnamevan li Lubnanê kuştin, ku yek ji wan ji bo weşanek ji hêla Hizbullahê ve dihat birêvebirin, di nav wan de bû.

Peyama wê her têkoşîn bû

Rojnamevan Emel Xelîl gelek caran bi riya hevpeyvînên taybet bi ajansa me re behsa êrîşên Îsraîlê li ser Lubananê dike. Ew dibêje ku êrîşên Îsraîlê sivîlan û malên gel dike hedef. Her wiha Emel Xelîl tu carî gav paşve neavêt û her li eniyên şer bû û hovîtiya êrîşên Îsraîlê dişopand. Emel di hevpeyvîna xwe de îsrara têkoşînê li dijî êrîşan nîşan dida tevî ku çend caran dibûn hedef jî.

Bi rojnamevaniya başûr dihat nasîn

Emel Xelîl ku di rojnameya El-Akhbar de wek "Nûçegihana Başûr" dihat nasîn, ne tenê rojnamevanek bû ku bûyeran dişopand, di heman demê de beşek ji hûrguliyên wan bû. Wê zêdetirî 20 salan li ser Başûr û jiyana wê ya rojane nivîsand.

Peyama gefxwarinê

Îsraîlê berê bi rêya WhatsAppê gef li wê xwaribû û gotibû, “Eger tu ji Lubnanê dernekevî, em ê serê te ji milên te veqetînin.” Lêbelê, wê ji ajansa me re piştrast kir ku ew ê tevî gefan jî mîsyona xwe ya eşkerekirina rastiyê bidomîne û got: “Ez dizanim ku dibe ku ez bibim hedef. Peyama gefxwarinê dê min netirsîne, çawa ku dijmin dema hevkarên min kuştin min netirsand.”