Di doza Narîn Guran de ceza ji Nevzat Bahtiyar re hat xwestin
Li Ameda bakurê Kurdistanê cezayê ku ji ber kuştina Narîn Guran a 8 salî li Nevzat Baxtiyarê tê darizandin hatiye birîn, dê ji nû ve were nirxandin.
Navenda Nûçeyan – Sibê rûniştineke nû di doza Nevzat Bahtiyar de tê lidarxistin. Nevzat Guran bi windabûn û kuştina Narîn Guran a 8 salî tê tawanbarkirin. Cenazeyê Narînê di 8’ê Îlona 2025’an de piştî ku nêzî 17 rojan li taxa Rezan (Baglar) a Amedê li bakurê Kurdistanê winda bû, hatibû dîtin.
Daîreya Yekem a Dadgeha Îstînafê cezayê 4 sal û 6 meh ê girtîgehê yê li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn betal kir û doz bi tohmeta "alîkarî û hewandina kuştina girankirî" ji nû ve nirxand. Ji ber vê yekê dadgehê ferman da ku Nevzat Bahtiyar di dema binçavkirinê de ji bo danişînê bînin dadgehê.
Nevzat Bextiyar li xwe mikur hatibû ku cenazeyê Narîn Guran di çem de veşartiye. Rûniştin dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê pêk bê.
Daxuyaniya 128 kesan
128 rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, parêzer û siyasetmedaran derbarê doza Narîn Guran de daxuyaniyek hevbeş weşandin û diyar kirin ku prensîba darizandineke dadperwerane hatiye binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di qonaxa lêpirsîn û darizandinê de binpêkirinên qanûnî yên cidî çêbûne, nirxandina delîlan ne temam û xelet bû û daneyên dîjîtal bi awayekî pêbawer nehatine lêkolînkirin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku prensîba "guman li gorî berjewendiya bersûc tê şîrovekirin" hatiye paşguhkirin û dayîka wê Yuksel Guran û endamên din ên malbatê rastî cezayên niheq hatine. Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku darizandinek adilane were kirin.
Her wiha îmzekarên daxuyaniyê bang kirin ku sûcdar li gorî delîlên zanistî werin destnîşankirin, biryarên li ser bingeha daneyên hejmarî yên derew werin betalkirin û bandora çanda handanê û zexta civakî li ser dadweriyê bi dawî bibe.