Zêdekirina tedbîrên ewlehiyê: Desteserkirina milkên ferdan û girtin didomin
Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Îranê biryara desteserkirina mal, milk û blokekirina hesabên bankî yên zêdetirî 100 kesayetên naskirî yên Îranî ku li derveyî welat dijîn, ragihand. Girtina welatiyan didome.
Navenda Nûçeyan – Îro, medyaya navxweyî ya Îranê ragihand ku desteserkirina milkan û girtina welatiyan li bajarên cuda yên Îranê didome. Dozgeriya Tahranê diyar kir ku Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Îranê biryara desteserkirina mal, milk û blokekirina hesabên bankî yên zêdetirî 100 kesayetên naskirî yên Îranê ku li dervey welat dijîn, ragihandiye.
Ajansê hinceta desteserkirina mal, milk û blokekirina hesabên bankan jî, bi piştgiriya dijmin ve da girêda. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 9’ê Adara îsal de rayedarên Îranê li ser mijarê hişyarî dabûn welatiyên Îranê yên li derveyî welat dijîn. Li gorî rayedaran ger kesên li derveyî welat piştgiriya dijmin bikin, wê mal û milken wan yên li Îranê bên desteserkirin.
Tevî ku nav bi awayek fermî nehatine weşandin jî, li gorî rayedarên Îranê, ev biryar zêdetirî 100 kesayetên naskirî yên Îranî ku li derveyî welat dijîn, digre nav xwe.
Li gorî raporê, welatiyek li Tehranê ji ber çalakiyên sîber hatiye girtin. Li parêzgeha Fars, 3 welatî ji ber çalakiyên wek dabînkirina Starlink hatin girtin. Fermandarê Yekîneya Taybet a Urmiyê jî girtina welatiyek ragihand.
Ev tedbîr di demekê ku di hefteyên dawî de şer zêde bûne, raporên zêdebûna zextên ewlehî û dadwerî li dijî çalakvan, bikarhênerên sîber-cîhanê û Îraniyên li derveyî welat têne weşandin, tên girtin.