Filma ‘Kilişî Maku’ Bexdaya di navbera bîr û hêviyê de
Fîlmê ‘Kilişî Maku’ ya derhêner Meysûn El-Bacacî, çîrokên mirovan ên di dawiya sala 2006’an de li Bexdayê hatine jiyîn, vedibêje. Fîlm, ji bilî tirs û windakirinê, berxwedana mirovan û hêza wan a ji bo parastina hêviyê ya li dijî dijwariyan digre dest.
Navenda Nûçeyan – ‘Kilişî Maku’ yek ji fîlmên Iraqî ye ku jiyana rojane ya Iraqiyan a di yek ji demên herî dijwar ên dîroka Iraqê de digre dest.
Berhema ku yekem fîlma dirêj a derhênera Iraqî Meysûn El-Bacacî ye, piştî xebat û amadekariyê salên dirêj, di sala 2021’an de hate weşandin. Fîlm, li Bexdayê di rojên dawî yên sala 2006’an de ku dema tundiya mezhebî şopên kûr li ser jiyana mirovan hişt, derbas dibe. Çîrok, jiyana mirovên asayî ya li taxake Bexdayê ku bi tirs û fikaran serdest dijîn, digre dest. Her yek ji wan hewl dide ku tevî şert û mercên dijwar ên li derdora xwe, xwe û malbatên xwe biparêzin.
Her karakterek xwedî çîrok, tirs û xeyalên xwe bêhempa ye
Di navenda çîrokê de, karakterê Sara ku ji aliyê lîstikvan Darîna El-Cundî ve tê lîstin, heye. Sara, dayîkek û nivîskarek e ku bi keça xwe re dijî ye. Ji ber bûyerên trajîk ên li derdora xwe, êdî nikare binivîse. Dema ku Sara li rêyên berdewamkirina jiyana xwe digere, rastî niştecihên din ên taxê tê. Her karakterek xwedî çîrok, tirs û xeyalên xwe bêhempa ye.
Fîlm, li şûna ku rasterast li ser sehneyên şer û pevçûnan bisekne, şopên ku şer li ser cîhana hundirîn a mirovan dihêle digre dest. Ji bilî tirs, windakirina hezkiriyên xwe, fikarên li ser pêşerojê û xwesteka koçberiyê ya karakteran, têkoşîna wan a ji bo xwe girtina jiyan û hêviyê jî dîtbarî dibe. Lewma Bexda hema bejê bi serê xwe wekî karakterek derdikeve pêşberî me û kolan û xaniyên wê çîrok û êşên niştecihên wê hildigirin.
Pêvajoya çêkirina fîlm rastî gelek tengasiyan hatiye
Derhêner Meysûn El-Bacacî, tercîh kiriye ku van çîrokan di şûna sehneyê şer ên kevneşop de, bi vegotinek aram û rojane vebibêje. Temambûna fîlm bi salan berdewam kiriye û pêvajoya çêkirinê rastî gelek tengasiiyan hatiye.
Yek ji hêmanên herî berbiçav ên fîlm jî navê ‘Kilişî Maku’ ye. Ev îfadeya bi Erebiya Iraqê tê bikaranîn, îroniyek diyarker hildigre. Dema ku kesek dibêje ‘Kilişî Maku’ dibe ku xuya bike ku her tişt asayî ye û pirsgirêk nîne. Lê belê film, eşkere dike ku li pişt vê îfadeya hêsan, gelek tişt hatine jiyîn.