Jinên Helepçe bi çêkirina maskeya parastîna tendirustiya civakê dikin

Komek jinên Helepçe bi rêya pirojeya rêxistina Îom maske û cilên bijîşkan çêdikin û parastina tendirustiya civakê dikin. Jin maske û cilên bijîşkan bê beramber li dibistan û nexweşxaneyên Helepçe belav dikin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Komek jinên Helepçe bi rêya pirojeya rêxistina Îom maske û cilên bijîşkan çêdikin û bi wê parastina tendirustiya civakê dikin. Her roj serê sibê saet 7:00 koma jinan ji bo dabîn kirina jiyana xwe di pirojeya rêxistina Îom de dest bi kar dikin. Koma jinan li durunxaneya xwe maske û cilên bijîşkan bi heqdestek kêm çêdikin.
“Em ji bo nexweşxane û dibistanan maske çêdikin”
Rêvebera pirojeya rêxistina îom Rojîn Xusrew di derbarê pirojeya xwe de da diyar kirin ku sê jin rojane di kargehê de maskeyan çêdikin û wiha got: “Rojane li beramberî kêmek pare em alîkariya van jinan dikin, di nava rojekê de şeş saetan kar dikin.  Di dawiyê de em van maskeyan li dibistan û nexweşxaneyan belav dikin.”
“Em bi çêkirina maskeyan jiyana xwe dabîn dikin”
Yek ji wan jinên ku maske çêdike Geşaw Seîd wiha behsa karê xwe kir: “Bi çend şêwazên cûda em maskeyan çêdikin. Ji bo mezin û biçûk û zarokan em maskeyan çêdikin. Em tû parçeya qumaşê xwe na avêjin û bi awayek baş em di qetînin û dikin maske. Em kar dikin da ku bikarin jiyan xwe dabîn bikin.”