Bi destên Tahayê tizbiyên bêhna benîştê daran

Li Amedê yekem hostaya jin a tizbiyan Taha Enuştekîn e. Wê atolyeya tizbiyan bi derfetên xwe vekiriye bi çekirina tizbiyan debara xwe dike. Tizbiyên ku ji aliyê Taha ve tên çekirin ji hêla her kesî ve tên nasîn.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li Tirkiyeyê, yek ji çar hostayên jin ên tizbiyan çêdikin, Taha Enuştekîn e û her wiha ew li Amedê jina yekem a hostayê tizbiyan e. Taha ya ku pîşeyek ne ji rêzê dike, piştî xebata bi salan dibe hosta. Kesên ku Taha dibînin, bi ecêbmayî û  heyranî lê temaşe dikin. Taha dema nû dest bi kar kiriye bi înada kesên jê rê gotine “Tu nikarî bikî” hatiye van rojan dibejê ku dema jin ji karekî hez bike û bixwaze tiştek ku bibe asteng tune ye. 
“Piştî sê salan min atolyeya xwe vekir”
Taha malzemeyên wekî kehrîbar, încî yan jî kevirên Osmanî bi qewirandin tîne rewşa tizbiyê, di temenê xwe yê 21 salî de, dest bi ve karî kiriye. Piştî rêwîtiya sê salan a bi çiraxî atolyeya xwe vedike. Bi pîşeya ku dike re debara xwe dike. Nav û dengê wê ji derveyê Amedê hatiye bihîstin, ji seranserê Tirkiyeyê sparîş digre. Taha ku bi salan hosteyî dike, bi  hendazetiyek mezin  kevirên ku bi  makîneya torne birîne bi baldarî traş dike û şiklê libê tizbiyê dide wan. Taha ku bi salan e karê xwe dike behsa hatina van rojan dike û dibêje; "Ez ji xwe re li karek digeriyam, min bihîst ku hostayek tizbiyan ji xwe re li yekê digere, her çend di destpêkê de ez dudil bûm jî ez çûm min serlêdan kir. Ez 30 salî me û ji 21 saliya xwe ve vî karî dikim. Piştî sê salan, min atolyeya xwe vekir."
“Ez malzemeyan dibirim û vediguherînim tizbiyan”
Taha melzemeyên ji re tên di hostatiyek mezin de derbas dike dibejê; "Ji Kevirê netraştî bêhna benîştê daran û ji  kehrîbara kevin tê. Dema melzemeyên kevin traş dikim bêhna xweş tê lê melzemeyên nû bêhn nadin. Dema hostayek kevirek traş dike fêm dike ku kevn e yan nû ye.” Taha kalîteyên kevirên ku ji re tê bi van gotinan vedibejê; “Kevirên ku ji derve tên ez li vir qut dibirim, dipîvim û vediguherînim tizbiyan. Li ser sparişan dixebitim. Muşteriyên min spariş didin, ez jî çedikim. Malzemeyên min piranî ji dervê tên. Hejmara jinên ku di vê karî de dixebitin bi qasî tiliyên destek nîn in. Ez yek ji wan  jinan im ku li Tirkiyeyê vî karê dikim.” Taha Dide diyarkirin ku karê dike karekî pir zehmet û kedê dixwaze, dema tê ecibandin pir kêfxweş dibe. 
“Ger jin bixwazin, dikarin her tiştî bikin”
Taha bêyî ku guhê xwe bide wan kesên ku dibêjin "Hûn nikarin bikin" tê van rojan, di dawiyê de bang li jinên ku dixwazin bixebitin dike: "Pir kes hebûn ku ji min re digotin ‘hûn nikarin vî karî bikin’ lê min guhê xwe neda wan tiştan li karê xwe û riya xwe mêze kir. Di jiyanê de dema tu ji bo pere hewcedariya mêrek bibî tiştek ji vê xerabtir tune ye. Her kes dikare pereyê xwe bi dest bixe. Ger ked bide û bixwaze, ew dikare her tiştî bike. Ez ji ked û xebata jinan hez dikim û bi dil û can piştgirî didim wan. Gava mijar dibe kar, ne rast e ku tenê mêr werin hişê mirov ger jin bixwazin, dikarin her karî bikin."