Rêxistinên ekolojiyê: DEDAŞ û îktîdar ji şewatê berpirsayar in

Rêxistinên ekolojiyê rapora xwe ya têkildarî şewata li Amed-Mêrdînê eşkere kir û destnîşan kir ku DEDAŞ û îktîdar bû sedema ku mirov jiyana xwe ji dest bidin û rê li ber texrîbateke cidî ya ekosîstemê vekirin.

Amed - Rêxistinên ekolojiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 25’ê Hezîranê de bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê hatin gel hev, têkildarî lêkolîna xwe ya derheqê şewata di 20’ê Hezîranê de li Amed-Mêrdînê derketî û rê li ber mirina 15 welatiyan vekirî de raporek amade kir.

Di raporê de hat gotin ku saziyên weke AFAD, Midûriyeta Daristanan, Agirkujiyê û komên Tenduristiya Lezgîn a 112’ê diviya bihatina seferberkirin lê peywira xwe bi cih ne anîne. Hat gotin ku 15 kes û bi sedan zindî ji ber mudaxeleya dereng jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku di ketina gund de cendirmeyan nehiştine ambulans derbas bibin, saziyên dewletê alîkarî nedane gel û terkî qedera xwe hatine kirin.

Şewatê rê li ber texrîbateke mezin a ekolojiyê vekir

Di berdewamiya raporê de hat destnîşankirin ku şewat ji ber xetên elektrîkê yên kontrol û temîra wan nehatine kirin derketiye û wiha dom kir: “Şêniyên dixwestin mudaxeleyî şewatê bikin hatin astengkirin. Şewatê rê li ber texrîbateke mezin a ekolojiyê vekir. Zirareke mezin gihişt daristan, mêrg û qadên çandiniyê. Berhemên çandiniyê yên salekê yên gel tune bûne. Zirareke mezin gihiştiye dar, giha, hêlînên çûkan û zindiyên din. Piştî şewatê, kapasîteya axê ya girtina avê kêm bûye.”

Berpirsyar eşkere ne

Bi domdarî hat diyarkirin ku DEDAŞ û îktîdarê ji bo vemirandina şewatê tu mudaxele nekirine, rê li ber mirina welatiyan vekirine û texrîbateke cidî gihiştiye ekosîstemê. Hat gotin ku neşandina helîkopterên bi şev dibînin jî nayê qebûlkirin. Rêxistinan gotin ku berpirsyar eşkere ne û divê hesab jê were pirsîn.

Di berdewamê de tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina şewatan hatin rêzkirin û wiha hate gotin: “Divê planeke karesatê ya demdirêj ji bo welatiyên zirar gihiştiye bê amadekirin, divê sewal terkî mirinê neyên kirin, mafên tedawî û jiyanê yên heywanan bên naskirin û bikevin meriyetê, ji bo ji nûve zindîkirina ekosîstemê xebat bên kirin, ji bo xak bêhna xwe vede divê xebatên başkirinê yên cuda bên meşandin, ji bo pêşîlêgirtina şewatên nû hewceye xebatên ceyranê yên binesaziyê û kontrolkirinê bên kirin û gel were perwerdekirin, divê di mehên Tîrmeh-Tebaxê de amedekariyên vemirandina şewatan bên kirin, rêyên şewatê bên vekirin û komên mudaxileya ewil li çoltaran bên bicihkirin.”