Li Amedê Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

Li Amedê Komeleya Ekolojiyê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” kongreya xwe li dar xist.

Amed – Komeleya Ekolojiyê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya 1’emîn a Amedê kongreya xwe li dar xist. Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û pişt re ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Di destpêka kongreyê de sînevizyona ku çalakiyên gelê Kurd yên ji bo xwezaya xwe li Kurdistanê li dar xistin hat nîşandan. Dû re mêvanên tev li kongreyê bûn li ser pirsgirêkên xwezaya Kurdistanê û çareseriya wê nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin.

‘Parastina ekolojiyê û azadiya jinan bi hevre ye’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku parastina ekoloji û azadiya jinan di nav yek mijarê de hevdû dihewîne û got: “Weke ku em di paradigmaya birêz Ocalan de jî dibînin parastina ekolojiyê û azadiya jinan em dikarin bi hev re binirxînin û bigirin dest. Em hevalên rêveberiya nû pîroz dikin û piştgiriyê didine wan. Gerek em bi hevalên xwe re bi hev re serbikevin û azad bibin. Çiyayên me xwezaya me dê teqez azad bibin.”

Piştî axaftinan rapora faaliyeta 2 salan û rapora malî ya komeleyê hat parve kirin û pişt re rêveberiya nû ku hate hilbijartin beşdar silav kirin. Kongre bi pîrozkirina rêveberiya nû bi dawî bû.