Bi guherîna avhewayê re li Tûnisê zirarên li ser jiyanê zêdetir dibin
Pispora guherîna avhewayê û enerjiyê ya Tûnisê Delîla Amar der barê zêdebûna germahiyê û bandorên wê de got ku herî zêde jin ji vê guherînê bi bandor dibin û da zanîn ku hewcedarî bi lihevhatina bi pêlên germê re heye.
NAZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Her çendî demsala payîzê dest pê kiriye jî ji ber berdewamiya bilindbûna germahiyê, nîşaneyên zelal ên tundbûna guhertinên dijwar ên avhewayê derdikevin holê. Jin herî zêde ji vê bilindbûna domdar a germahiyê bi bandor dibin û ji aliyê civakî, tenduristî û aborî ve herî zêde ew di bin xeterê de ne.
Pispora guhertina avhewayê û enerjiyê Dalîla Amar li ser guhertina avhewayê wiha got: "Enerjî sedema zêdetirî ji sedî 70 ya derdana gazên serayê ye ku zirarê didin tebeqeya ozonê. Çiqas xerckirina enerjiyê zêdetir be, zirarên li ser tebeqeya ozonê jî ewqas zêdetir dibin. Daneyên me vedigerin sedsalên 18'an û 19'an. Dema ku cara ewil dest bi şopandina germahî û astên karbonê yên li ser gerestêrka xwe kir, nîşan didin ku guhertinên germahiyê di nav sînorên qebûlkirî de bûn û xwezayê dikaribû vegere rewşa xwe ya normal. Lê ji sala 1980'yî ve, ji ber xerckirina zêde ya enerjiyê ya ku bi Şoreşa Pîşesaziyê ve girêdayî ye, germahî bi awayekî berçav bilind bûye."
Lêkolînên der barê rewşê de
Delîka Amar destnîşan kir ku hemû civakê guhertinên girîng derbas kirine û wiha got: “Ev yek bûye sedem ku gelek rêxistinên navneteweyî li ser çavkaniyên belavbûna karbonê lêkolînan bikin. Bi van lêkolînan eşkere bû ku bi qasî ji sedî 70 belavbûna karbonê ji qada enerjiyê tê. Di heman demê de gazên serayê jî ji ber çalakiyên pîşesaziyê yên cûrbecûr çêdibin.”
Li hemberî vê paşxaneyê, gelek peyman û rêkeftinên navneteweyî hatine çêkirin da ku van belavbûnan, taybetî yên ku ji bi karanîna sarincokan çêdibin ji ber beşdariya wan a girîng di germbûna gerdûnî de kêm bikin.
'Enerjiya rojê bandoreke erênî ser gerstêrkan dike'
Dalîla Amar tekez kir ku pejirandina çavkaniyên enerjiya nûkirî, weke enerjiya rojê dê bandorek erênî li ser gerestêrkê bike û bi taybetî li ser qata ozonê. Delîla encama vê yekê wiha bilêv kir: "Di encamê de dê bibe alîkar ku germahiya bilind û encamên wê kêm bibin. Bi taybetî ji bo komên xeternak û paşguhkirî, di nav wan de jinên ku di hemû qadan de çalak in û bi kûrahî bi çandinî û erdê ve girêdayî ne."
'Jin di bin teva germ de de dixebitin'
Delîla Amar di domandina axaftina xwe de da zanîn ku jinên di qada çandiniyê de dixebitin hene, bi taybetî jinên ku ji bo zarok û malbatên xwe di bin tava germ de bi seatan dixebitin gelek zoriyan dikşînin û got: "Ev jin hemû barê bilindbûna germahiyê dikşînin; ew rastî germahiyê û heta encamên kujer jî tên. Mînak jina ku di havînê de tevî di malek bi klîma de bû mir. Wekî din bilindbûna germahiyê û guherîna avhewayê sînoran nas nake êdî belavbûna gazên serayê bandorê li her welatî û demografiyê dikin. Ji ber vê divê her netewek rola xwe bilîze da ku vê pirsgirêkê çareser bike."
Dalîla Amar destnîşan kir ku hewl dane bandora guherîna avhewayê bi perspektîfa zayendî jî lêkolîn bikin, ji ber ku jin gelek caran ji komên civakî yên lawaz in; ji bilî vê hejmareke girîng a jinan di qada çandiniyê de dixebitin, ku li wir bi dahatên kêm û nearam re rûbirû ne.
Bandorên guherîna avhewayê
Delîla Amar bal kişand ser bandorên guherîna avhewayê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bandorên guherîna avhewayê bi awayekî nehevseng bandorê li xwezaya çalakiyên çandiniyê, kalîteya berhemên çandiniyê dikin. Her wiha dibin sedema kêmbûna hinardekirinê ji ber kêmbûna kalîteyê û ev faktor dibin sedema windakirina kar û lawaziya aborî û civakî ya jinên ku di çandiniyê de dixebitin, zêde dikin."
Hewcedariya jinan bi piştevaniyê heye
Der barê parastina jinan di dema germahiya zêde de, Delîla Amar destnîşan kir ku ew gelek caran dema di bin tava germ de dixebitin, di şert û mercên dijwar de dijîn. Ji ber vê yekê, jin hewceyê piştgirî, rêberî û hişmendiya tenduristiyê ya der barê parastina rojê de ne. Delîla da zanîn ku jin ji bo adabtebûna bi germahiyê re hewceyê alîkariyê ne.
Banga rasyonalîzekirina xerckirinê
Delîla Amar hebûna bernameyên piştgirî, hişmendî û perwerdeyê ji bo jinan, ligel gelek atolyeyan û qursên perwerdeyê yên ku bi piştgiriya donoran tên organîzekirin, destnîşan kir. Jin di qadên wekî çandinî, pîşesazî, rêveberî û malê çalak in û ji ber vê yekê rasterast ji guhertinên hawirdor û avhewayê bi bandor dibin. Delîla banga rasyonalîzekirina xerckirina elektrîkê û avê û lêgerîna rêbazên ji bo misogerkirina rehetiyê û başbûnê li malê bi lêçûn û bikaranîna enerjiyê ya herî kêm kir.