Xelata Romanê a Duygu Asena ji Neslîhan Onderoglu re hat dayîn

Xelata Romanê ya Duygu Asena îsal ji bo Neslîhan Onderoglu romana wê ya bi navê "Curet" re hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Xelata Romanê ya Duygu Asena ya ku ji sala 2007’an vir ve ji bo bîranîn û ramanên Duygu Asena ji aliyê Dogan Kitap ve tê dayîn, hat ragihandin. Xelat îsal ji bo romana wê ya bi navê “Curet” ku ji aliyê Weşanên Everestê ve hatiye weşandin, ji Neslîhan Onderoglu re hat dayîn.

'Berxwedana kesên ku cihê xwe di nava civakê de nedîtine vegot'

Sedema xelatdayînê jî wiha hat diyarkirin: “Neslîhan Onderoglu di romana xwe ya bi navê ‘Curet’ de ji ber çîroka 'berxwedana sêwî û yên ku cihê xwe di nava civakê de nabînin û jêhatîbûna zimanê vegotinê bi mijaran ve layiqê xelatê hat dîtin.."

'Ez bi rûmet im'

Xwediya xelatê Neslîhan Onderoglu hestên xwe wiha anî ziman: “Ez şanaz im ku romana min Curet layiqî vê xelatê hat dîtin ku bi navekî navdar Duygu Asena hatiye dayîn. Ez ê jî wek hevalên xwe yên beriya min xelat wergirtibûn vê berpirsiyarî û kevneşopiyê hilgirim. Ez spasiya endamên juriyê yên hêja dikim."

Xelata Romanê ya Duygu Asena

Komîteya Hilbijartinê ya ku di nav de romanên bi tirkî hatine nivîsandin û ji aliyê weşanxaneyeke ku li Tirkiyeyê di sala 2023’an de kar dike ve hatine çapkirin, Dogan Hîzlan serokatiya wê dike û ji Asuman Kafaoğlu-Buke, Fîlîz Aygunduz, Îhsan Yilmaz, Elîf Tanriyar, Sîbel Oral û serketiya par Arlîn Çîçekçî hat avakirin. Mîqdara xelata îsal wek 20 hezar lîre hat diyarkirin.