Rêwîtiyek sînemayî ya Iraqî ji Sorbonne ber bi cîhanê ve

Hilberînera fîlman Selam Cewad a Iraqî ku li derveyî welat e, bi berhemên xwe yên ku sînema û wêjeyê bi hev re dicivîne, kesek navdar e. Selam Cewad 35 fîlmên ku beşdarî festîvalên navneteweyî bûne, çêkiriye.

EFRAH ŞEWQÎ

Parîs – Taybetmendiyên wê yên Sumerî û hewesa wê ya ji bo sînema û wêjeyê, ew ber bi kariyera wê ya hezkirî ve bir: Di hilberîna fîlman û di nav şirketên hilberînê yên Fransî de bûye navekî navdar. Ew koçbera Iraqê Selam Cewad e ku heta niha 35 fîlm çêkirine, piraniya wan beşdarî festîvalên navneteweyî bûne û li gelek welatên Ewropî hatine nîşandan.

Tevî dijwariyên sirgûniyê, Selam Cewad mîrateyek sînemayî ya gerdûnî afirand. Bi baweriya ku huner peyamek gelêrî ye ku rastiyê belge dike û mirovahiyê îfade dike. Her wiha deriyê Îştarê hê jî sembola êşa wê ya kûr e.

Selam Cewad ku li Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê wêjeya Fransî xwend û dû re xwendina fîlm domand, ev yek alîkariya wê kir ku her du waran di karê xwe yê hilberînê de bike yek. Ew paşê bû xwediya şirketa Uruk Fîlmê. Selam Cewad dibêje ku ew ji sînemayê hez dike, ji ber ku ew hunera gelêrî pêşkêşî her kesî dike. Berovajî formên din ên hunerî yên ku temaşevanek taybet heye, wek şano û opera ye.

'Hilberîn pîşeyek bi zehmet û dijwar e'

Selam Cewad behsa rêwîtiya xwe ya hunerî kir û wiha got: "Rojnamegerî ji bo min pir balkêş bû, ji ber ku min ji karê bavê xwe îlhama xwe digirt. Lê evîna min a kûr ji bo zimanê Fransî, min ber bi xwendina wêjeya Fransî ve bir. Her wiha mamosteyek hebû ku bandorek mayînde li ser jiyana min hişt, ew hilberînerek fîlman a navdar bû. Min derfet dît ku mehekê li şirketa wî xwe perwerde bikim, ezmûnek bû ku bandor li kariyera min kir. Hilberîn pîşeyek pir dijwar e û demek dirêj ew pîşeyek profesyonel bû ku ji hêla mêran ve serdest bû. Jinan dest bi ketina qada sînemayê kirine, ew jî bi saya hewldanên siyasî û çalakvanên dijwar ku beşdarî xurtkirina hebûna wan bûne."

'Karê sînemayê bi dijwariyan re rûbirû dimîne'

Sînema bi gelek dijwarî û zehmetiyan re rûbirû maye. Bi taybetî di dema COVID-19 de ku bû sedema rawestandina çalakiyên sînemayê. Her wiha platformên dîjîtal ên wek Netflix, BlackForm û Amazon Disney di guhertina adetên temaşekirinê de roleke mezin lîstine û temaşevan niha tercîh dikin ku li malê fîlman temaşe bikin, ji ber rihetî û lêçûna kêmtir li gor çûyîna sînemayan. Bihayê bilêta sînemayê îro ji bo malbatan zêde bûye, ku çûyîna sînemayê di nav kesên xwedî dahatên sînorkirî de kêmtir gelêrî kiriye û bûye sedema kêmbûna sînemayan wek cihek şahiyê yê hevpar."

Çîroka fîlmên ku çêkirine vedibêje

Selam Cewad derbarê hilberînên wê yên dawî de wiha axivî: "Ji bo hilbijartinan ya herî baş, divê em hejmareke mezin ji senaryoyan bixwînin û ev ji me re gelek dem û hewldanê dixwaze. Di heyama borî de me 35 senaryo xwendin da ku tenê sê ji wan hilbijêrin. Ez beşdarî hilberîna fîlma dirêj "Duble Housing" bûm, ku li ser pirsgirêkên malbatî û jiyana cuda ya her du hevjînan disekine. Ew di destpêka 2024'an de li gelek sînemayên Fransî hat nîşandan, çapemeniyê gelek li ser wê nivîsand û hunermendên mezin jî beşdarî wê bûn. Di heman demê de wê fîlmek bi navê "Bexda; Peyvek li beramberî êşê" piştî hilweşîna rêjîma berê çêkiriye. Ew saetek û sêyek e ku tê de bertekên mirovan li hember guhertina rejîma desthilatdar û wêneyên avahiyên ku hatine hilweşandin vedibêje. Fîlm li gelek festîvalên navneteweyî hat nîşandan û xelat jî wergirt."

Beşdariya li Fîlmê "Babîl Ji nû ve" an "Bablyon Reborin" re, tesaduf bû. Fîlm nêzî saetek dirêj e û salek li Muzexaneya Louvre 24 saetan hat nîşandan. Hewr wiha li ser gelek qanalên TV jî hat weşandin û li festîvalên Fîlman ên cûrbicûr hat nîşandan. Di vê fîlmê de ez ducanî bûm, lê ev nebû asteng li hember pêkanîna xeyalên xwe û bi îsrarbûna me, pêvajoyên dijwar derbas kirin.

'Hewl didim lehengiya dapîra xwe bikim fîlm û pêşkêş bikim'

Selam Cewad qala xeyalên xwe di warê sînaemayê de kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Xewna min a jiyanê ew e ku senaryoyek çêke ku qala lehengiya dapîra xwe bikim. Ez vê projeyê ev 15 sal in plan dikim. Dapîra min jinek bihêz bû, tevî dijwariyên siyasî û têkoşîna desthilatdarên wê demê li dijî komunîstan karîbû kur û keçên xwe bibîne. Ev çîrok hêjayî vegotinê ye û ew ê li Iraqê bê kişandin da ku karaktera wê ya resen biparêzim. Ez zextê li meraqên keça xwe jî nakim ew çi meraq dike dikare xwe tê de bipêş bixe, lê hezkirina wê ji sînemayê re ji min bêtir e. Ji ber ku di malbatek hunerî de mezin bûye."