Sporvana Efganî Zakia Khodadadî xelata ‘Lîdertiya Bilind’ girt
Sprovana Efgan para-tekwondoyê û endama Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî (IPC) Zakia Khodadadî, layiqê xelata "Lîdertiya Bilind" hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Zakia Khodadadî ya li Efganistanê spor lê hat qedexekirin, neçar mabû ji welatê xwe koçber bibe. Di sala 2024’an de di Lîstikên Paralîmpîk ên Parîsê de beşdarî Tîma Paralimpik a Penaber bûbû, madalyaya bronz qezenc kiribû, bi têkoşîna xwe bala cîhanê kişandibû. Serpêhatiya Zakia Khodadadî, hêz û biryardariya jinên li Efganistanê nîşan dide.
Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî (IPC), dema ku nave kesên Xelatên Roja Jinan a Cîhanê ya 2025’an qezenc kirine eşkere kir, ji bo Zakia Khodadadî xelata “Lîdertiya Bilind” da.
‘Di warê sporê de îmze avêt bin serkeftinên girîng’
Di daxuyaniya IPC’ê de wiha hat gotin: "Sporvana para-taekwondoyê Zakia Khodadadî, di Tokyo 2020’an de bala cîhanê kişand. Piştî ku ji aliyê Talîbanê ve spor hat qedexekirin, ji welatê xwe derket, di Lîstikên Paralimpîk de ket pêşbaziyê. Piştî lîstikan, hem ji bo mafên jinên Efgan veguherî parastineke bihêz hem jî di warê sporê de îmze avêt bin serkeftinên girîng. Zakia Khodadadî, sala 2023’an ji Şampiyoniya Ewropayê madelyaya zêrîn girti, sala 2024’an li Parîsê jî li ser navê Tîma Paralimpîk a Penaber têkoşiya, madalyaya yekem a tîmê girt.”
‘Ji bo jinên Efgan azadî mafekî ye’
Zakia Khodadadî, li ser xelatê nêrînên xwe anî ziman û got: "Di sala 2025’an Xelatên Roja Jinan a Cîhanê de hilbijartina ji bo ‘Lîdertiya Bilind’ ji bo min û jinên Efganistanê rûmetek mezin e. Ez pir bextewar im, her tişt weke xewn e lê ya rast ew e ku jinên Efgan li dijî zextan bi cesaret li ser piyan disekinin. Azadî ji bo wan tenê daxwazek nîn e, mafeke jêneger e. Dê nikaribin dengê wan bibirin lewre ev deng, ji dilê ku ji bo pêşerojên ronî lêdidin bilind dibe. Ji ber ku rûyên îlhamê didin cîhanê daye dîtin, ez ji IPC’ê re spasî dikim.”