Li Helepçeyê 22 lîstikvanên qereteyê hatin xelatkirin

Beşa qereteyê ya werzîşê li Helepçeyê bûye qada yekem û duyem a pêşbaziyên li Iraq û Kurdistanê. Piştî serkeftinên pêşbaziyên qereteyê 22 lîstikvan hatin xelatkirin.

Helepçe- Duh li salona werzîşa Helepçe ya şehîd Serxêl Abdurehman, xelata spasiyê dan 22 lîstokvanên tîma keçan a werzîşa qerete ya Helepçeyê. Werzîşvan, mamoste û dadwerên tîmê piştî di pêşbaziyan de pileya yekem û duyem li ser asta Iraq û Kurdistanê bi dest xistin hatin xelatkirin.

Ala Selehedîn rêvebera tîma werzîşa Helepçeyê wiha got: “Van werzîşvanan dikaribûn, weke carên din di pêşbaziyan de pileya duyem li Iraqê û pileya yekem di Kurdistanê de bi dest bixin. Ev jî bi hewldana mamosteyan hat encamdan ku hemû hewl hatiye dayîn encamek baş were bidestxistin.”

Sînorê ku ji lîstika qereteyê re hatibû danîn hat şikandin

Ala diyar kir ku tîma werzîşa qerete ya Helepçeyê çend sal in dest bi lîstikê kiriye û wiha got: “Her çendî di Kurdistanê de hewl tê dayîn ev cureyên werzîşê were jinavbirin jî hezkirin û daxwazên keçan ji bo werzîşa Helepçeyê ev sînor şikand û beşdarî werzîşan dibin.”

Lîna Elî yek ji wan lîstokvanên ku hatiye xelatkirin e, pileya yekem bi dest xistiye û di nava 17 tîman de beşdarî pêşbaziyê bûne. Lîna kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez xwedî kembera qehweyî me û ez ê werzîşê berdewam bikim heta ku asta herî baş bi dest bixim.”

Lîstokvanek din ku ev çar sal in di tîma werzîşa Helepçeyê de lîstokvana qereteyê ye û xwedî kembera qehweyî ye Sara Perwêz dikaribûye pileya sêyem di pêşbaziyan de bi dest bixe û ji aliyê tîma xwe ve li gel 21 lîstokvanên hevalên xwe hat xelatkirin.