Jina Kurd ji Hesekê dest bi Tekwandoyê kir di qada navnetewî de navdar bû

Ala Hisên a 27 salî ku ji Hesekê ye, di 11 saliya xwe de dest bi Tekwandoyê kir û niha di qada navneteweyî de tê nasîn, dibêje: “Tekwando baştirîn spor e ji bo jinan. Bi saya wê, di destpêkê de jin ji zayenda xwe hez dikin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Tekwando yek ji hunerên şerî yên Koreyî yên herî populer e. Ji ber ku ew fêrî jinan dike ku balê bikşînin ser jêhatîbûn û dîsîplîna şerê laşî. Her wiha dihêle ku ew laş û hişê xwe perwerde bikin da ku ruh û jiyana xwe baştir bikin. Ev pratîk û cûreya sporê ya ku her kes dikare bilîze, gelek sûdên laşî û psîkolojîk pêşkêşî lîstikvan dike.

Ala Hisên 27 salî ye û Kurdek ji bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ala lîstikvana navnetewî ya berçav e ku di rêwîtiya xwe ya spora Tekwando de, li gelek welatan lîstiye û xelatên girîng wergirtiye.

Di 16 salan de gelek şampiyonî girt

Ala 16 sal in Tekwando dilîze û li Sûriyeyê hem rahêner û hem jî hekem e. Lê Ala li Kurdistanê û gelek welatên Rojhilata Navîn her wiha li Ewropayê jî geriyaye. Destpêkê derbasî kampek perwerdehiyê ya Tekwando ya li Başûrê Kurdistanê dibe, piştre berê xwe dide parêzgeha Ordu ya Tirkiyeyê. Di sala 2013’an de li Orduyê madalyona zêrîn di şampiyoniya Oxygen Open de bidest dixe. Ev dibe yekem madalyona ku di rêwîtiya xwe ya Tekwando di 15 saliya xwe de, distîne.

Bi tena serê xwe li Lazqiyê, Humis, Şam û Helebê Jîmnastîk kir

Li Urdunê jî di sala 2016’an de, di şampiyona Al-Barq International de, madalyonya zêrîn bidest dixe. Di sala 2019’an de jî li Beyrûdê madalyonya bronz bidest xistiye, di heman salê de careke din madalyona zêrîn li Elite International a li Urdunê distîne. Di sala 2023’an de li Îmaratê di Şampiyonaya Ereb de madalyona bronz bidest xist. Heman demê di şampiyona Tekwando ya Asyayê li Vîetnamê di sala 2024’an de jî lîstiye. Ala, Kembera Reş a Tekwondo ya Asta 4’emîn wergirtiye. Xwediyê Asta 4’an li gelek dibistanan wekî "Mamoste" tê binavkirin. Lê Ala ji refê yekem ê dibistanê ve, bi tena serê xwe li parêzgehên Sûriyeyê mîna Lazqiyê, Humis, Şam û Helebê Jimnastîk dilîst û bingehê wê wiha ava dibû.

Di 11 saliya xwe de biryar daye

Ala ji ber jêhatîbûna xwe ji hêla gelek jinan ve tê hezkirin û dibe çavkaniya hêzê. Ala ji ajansa mere behsa rêwîtiya xwe û projeyên xwe yê paşerojê dike. Ala ya ku di 11 saliya xwe de dest bi rêwîtiya Tekwandoyê kir, wê serdemê wiha vegot: “Bavê min xwest ku birayê min yê biçûk derbasî sporek şerî bike. Wê demê ez 11 salî bûm û ez jî bi birayê xwe re çûm yaneya Tekwandoyê. Piştî salek û nîv, birayê min dest jê berda lê ez mam û min berdewam kir. Heta ku ez gihîştim asta ku bibim lîstikvanek navnetewî ku dikarim li hemû welatên cîhanê Tekwandoyê bilîzim. Niha li Sûriyê jî hem rahêner û hem jî hekem im.”

Keçek ji nava şer û şoreşê derketiye û beşdarî şampiyonan dibe

Ala ragihand ku wê piştî 4 salan ji perwerdehiyê dikarîbû yekem madalyona zêrîn li Urduyê bidest bixe û wiha kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Ev kêfxweşiya min a destpêkê bû, gava ku min madalyona zêrîn di yekem şampiyonê de bidest xist. Ev hêzek hîn zêdetir da min ku berdewam bim. Min çend madalyonên zêrîn û bronz jî bidest xistiye. Lê li welatên ku min lê madalyon wernegirt bes bû ku ez kêfxweşiya beşdarbûnê bijîm, wekî keçek ji nava şer û şoreşê derketiye û beşdarî şampiyonan dibe.”

Bi biryara xwe û piştgiriya malbatê ji keçên li pey xwe re rê vekir

Bê guman Ala jî wekî her jinekê di nav civaka rojhilatî de rastî hişmendiya baviksalarî hatibû, lê ew ji gotinên civakê û kevirên ku bi gotinan davêtin jinan, ji xwe re rêyek qewîn çêkir û tê de meşiya. Ala wiha got: “Destpêkê gotin çawa keçek wê sporeke ku piraniya wê xort dilîzin, bilîze. Lê wê çaxê em man, ez û çend keçên din yên ku me bi hev re dest bi vê riyê kir, ji bo guhertina hişmendiya civakê me biryara dewamkirinê da.”

‘Civak dixwaze di asta kesayet û hêzbûna me de keçên wan jî bibin wek me

Ala azadiya jinan a ku tê qeydkirin û astengiyên ku ji bo wê li Sûriyeyê tên derxistin jî anîn ziman. Ala bi bîr xist ku li Sûriyeyê keç piştî ku dibistana seretayî biqedîne, nabe ku van sporan bike û wiha domand: “Ev sînor jê re danîbûn. Wê demê ez û komek keçên din me got ku yan em ê dest ji xwendin û sporê bi hev re berdin an jî em ê xwendin û sporan jî bi hev re bidomînin û biser bixin. Wê demê malbatên me jî piştgirî dan min ku em bi hevre dewam bikin. Wiha me rê ji keçên li peyî xwe re jî vekir. Niha nêrîna civakê hatiye guhertin û bi xwe piştgirî didin vê sporê. Civak ji me re dibêje ku em dixwazin di asta kesayet û hêzbûna we de keçên me jî bibin wek we.”

‘Ji bo jinan û hezkirina ji zayenda xwe re Tekwando baştirîn spor e

Ala got ku jin bê ku tiştek li cem wê hebe dikare dest bi spora Tekwando bike û wiha behsa girîngiya vê sporê kir: “Tiştek li cem te tune be jî tu dikarî dest bi spora Tekwando bikî. Tekwando sporeke ku kesayeta me ava dike ye. Em bi çavek cûda li bedena xwe dinhêrin û herî zêde jî dihêle ku em destpêkê ji xwe hez bikin. Bi taybetî ji bo jinan ev baştirîn spor e.”

Vekirina Yaneya Ala ya Tekwando li benda aramiya herêmî ye

Ala niha li yaneya bazên Tekwando li Hesekê dest bi rahêneriyê kiriye û projeyên xwe yên pêşerojê wiha tîne ziman: “Niha ez zarokên keç û xort û jinan jî perwerde dikim. Lê ez li bendê me ku rewşa herêmê û şertên ku çêdibin bidawî bibin û aramî çêbibe, da ku ez yaneya xwe ya taybet vekim. Çimkî malbata min her ez fêr kirim û piştgirî dan min ku ez her xwe wekî jinek serbixwe bibînim.”

Dixwest li ser xalîçeya cîhanê amade bibe

Ala xeyalên xwe yên berê û tiştê ku niha dixwaze pêk bîne, di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan anîn ziman: “Min dixwest wekî lîstikvana Tekwando ya navneteweyî li ser xalîçeya cîhanê amade bibim. Lê niha nêrîna min cûda bû, ji ber ku ez êdî dixwazim zarokan ava bikim û wan bighînim deverên ku min dixwest bighêm wir. Dixwazim di demên pêş de her kes bêje ev lîstikvanên kampên Ala ne û di cîhanê de gihîştine astên herî bilind.