Ji Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê serkeftinek nû

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di maça ku li Amedê hat lîstin de Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê 2-1 têk bir.

Amed – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da têdikoşe, di hefteya 13’emîn a lîgê de bi Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê ra hat hemberî hev.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di maça ku li Tesîsên Şexmuz Ozer ên Amedsporê hat lîstin de Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê 2-1 têk bir. 

Gelek alîgirên Amedsporê tîma futbolê ya jinan a Amedsporê bi tenê nehiştin.