Ji nava kavilên Xezayê ber bi qadên futbolê ve
Di nava şerê ku Xezayê wêran kiriye de, tîmeke jinên lîstikvanên futbolê ji nava windahî, birîndarî û kavilan, bi afrîneriya xwe derdikevin pêş, dibin vegotina çîrokên dayîkan û kesên ji vê tofana li Xezayê rizgar bûne.
REFÎF ISLIM
Xeza – Li Stadyûma “El-Anan” li Dêr El-Belahê ya li navenda Zîvala Xezayê, tîmeke futbolê ya keçên ciwan a ampûte hewl dide yekem tîma futbolê ya jinan a ampûte ya neteweyî li Filistînê di bin sîwana Komeleya Futbolê ya Ampûte ya Filistînê de ava bike. Armanca wan ew e ku birînên xwe derman bikin û bi tîmên navneteweyî yên li derveyî Filistînê re pêşbaziyê bikin.
Yek ji rahênerên tîmê, Aya El-Osmanî, rave dike ku tîm piştî şerê 2023’an hatiye damezrandin, ku di dema wê de gelek keçên ciwan bi awayekî çalak beşdarî werzîşê bûn, ling an destên wan jêbûne.
Aye diyar kir ku di dema damezrandina tîmê de ew rastî gelek zehmetiyan hatine, ya herî girîng jî kêmbûna çûnhatinê bûye, ji ber ku stadyûm li Dêr El-Belah e û keçên ciwan li bajarê Xezayê dijîn wiha pê de çû: “Yek ji astengiyên herî mezin ên ku tîm pê re rûbirû ma, kevneşopî û adetên kevin bûn ku hê jî di civakê de kûr in. Her çendî hinek dê û bavan ev fikir bi tevahî red kirin jî di civakê de pêlên çewisandinê li ser keçên kêmendam ên ku futbolê dilîzin dest pê kirin.”
Aya El-Osmanî da zanîn ku damezrînerên tîmê ji ber vê rewşê bêxem nemane û wiha anî ziman: “Wan bi malbatên her keça ku dixwest bilîze re têkilî danîn û malbatan razî kirin. Îro, civak bi erênî bersivê dide her rapora medyayê ya ku serkeftina keçan nîşan dide.”
Rahênerên tîmê dest bi rûniştinên perwerdeyê yên guncaw kirin û di demek kurt de bi werzîşên curbecur, hêdî hêdî wan amade kirin. Werzîşa yekem tenê çend deqeyan domiya lê performans di ya duyemîn de baştir bû, vê yekê berdewam kir heya gihîştin asta xwe ya niha.
Aya El-Osmanî diyar kir ku ew bi gelek dijwariyan re rûbirû ne, nemaze zehmetiyên lojîstîkî û hewcedariya qadek guncaw heye û got: “Tîm zêdetir hewceyê rojên perwerdeyê ye. Her çendî komele cilên yekreng, alavên werzîşê, top, kon û materyalên din peyda dike jî lê belê niha hewcedariyên din jî hene. Keçên ciwan xeyal dikin ku beşdarî pêşbirkên navneteweyî yên li derveyî Filistînê bibin, nemaze ji ber ku di sala 2027’an de karnavalek li Fransayê tê plankirin. Ew hêvî dikin ku destûr bê dayîn, bêyî astengiyên din an derengmayînên ji hêla hêzên Îsraîlê ve rêwîtiyê bikin û beşdar bibin”
Tevî birîndariyê dayîk xewna keça xwe pêk tîne
Şerîhan Îd tenê pênc hefte berê piştî ku komeleyê pê re têkilî danî tevlî tîmê bûye. Wê qebûl kir ji ber ku keça xwe ya di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de mir, xeyal dikir ku ji bo tîmek futbolê bilîze û xelatên navneteweyî qezenc bike. Beşdarbûna Şerîhan Îd dihêle ku ew xewna keça xwe pêk bîne.
Şerîhan Îd, dayîka çar zarokan e. Du keçên wê di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê ya li ser dibistana Ebû Himeysa ku ew û malbata xwe lê penaber bûn de mirin, lingê wê bi xwe jî hat jêkirin. Şerîhan Îd diyar kir ku jiyan beriya qutkirinê hêsantir bû, nemaze wekî dayîkek ku piştgiriya kur û keça xwe ya bi tendurist dike.
Tevlîbûna Şerîhan Îd a tîmê şahidiya evîna wê ya kûr ji bo keç û malbata wê bû. Ew bawer dike ku tevlîbûna tîmê hêviya wê ji bo pêşerojek baştir çêkiriye û ji aliyê psîkolojîk ve jî ji aliyê fizîkî ve xwe baştir hîs kiriye.
Vê ezmûnê
Golparêz Malak Toman dibêje ku bi daxwaza kirina tiştekî erênî tevlî tîma keçan bûye. Tevî tirsa wê ya destpêkê ji bo topê, wê ew derbas kir û dest bi perwerdeyê kir. Her wiha diyar dike ku ew niha gelek armancên xwe pêk tîne. Ezmûna wê bi tîmê re wê bêhtir civakî kiriye û kesayetiya wê baştir kiriye. Her wiha gelek jêhatiniyên bedenî yên ku wê vê dawiyê bi dest xistine hene û wiha bi dawî kir: “Ez xeyal dikim beşdarî maçên navneteweyî bibim. Ji ber ku werzîş amûreke girîng e ji bo bilindkirina hişmendiyê li ser doza Filistînê û temsîlkirina keçên Filistînî ku tevî şer û astengiyê jî di jiyana xwe de serkeftin û pêşketinê bi dest dixin. Wekî ku qet kêmendam nebin. Ew xwedî enerjiyeke mezin in û bi biryar in. Ez hêvî dikim dengê wan bigihîje cîhanê û piştgiriya ku ji ber biryardariya xwe heq dike bigrin.”