Zeyneb Erdem li Mexmûrê hat bibîranîn
Şoreşger Jiyan ango Zeyneb Erdem di 30’emîn salvegera xwe de ji aliyê Akadamiya Şehîd Jiyan a wargeha penaberan a Mexmûrê ve bi merasîmek hat bi bîr anîn.

Mexmûr – Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû, di 30’emîn salvegera xwe de ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve hate bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li Akademiya Şehîd Jiyan bi tevlîbûna şêniyên wargehê hate li darxistin. Beriya merasîma bîranînê di şexsê têkoşer Jiyan de ji bo tevayî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser kesayet û têkoşîna cangorî Jiyan endama Meclîsa Îştar Cîhan Mijînî axivî.
‘Hemu ked û têkoşîna wê ji bo gelê wê bû’
Cîhan Kaplan wiha qala kesayeta cangorî Jiyan kir: “Heval Jiyan demek dirêj li qampê jiyankir. Heta niha jî tu diçî kîjan malê qala wê tê kirin. Ked û xebatên heval Jiyan nayê jibîrkirin û winda kirin. Ji ber ku hemu ked û têkoşîna wê ji bo gelê wê bû. Hertim bi seknek bi biryar li dijî xiyaneta navxweyî ya PDK’ê radiwesta.”
‘Em ber bi azadiyê ve diçin’
Cîhan Kaplan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokatî manîfesto da pêşxistin, divê her kesek ji me baş bixwîne û fam bike. Ji ber ku em ber bi azadiyê ve diçin. Ji bo wê yekane armanca me pey şopa şehîdan meşîn û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê mezinkirine.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku têkildarî jiyan û têkoşîna şoreşger Jiyan hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Merasîm, bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.