YRA: Di 2025'an de 9 rojnamevan hatin qetilkirin

YRA'yê ragihand ku di sala 2025'an de 9 rojnamevan hatine qetilkirin, 15 rojnamevan birîndar bûne û nêzî 11 rojnamevan jî hatine girtin.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binpêkirinên ku di sala 2025'an de li dijî rojnamevanan li Sûriyeyê hatine kirin, raporek weşand.

YRA'yê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, gelek guherînên cewherî yên siyasî rûdane. Bi hatina sala 2025`an re Sûriye ketiye qonaxeke nû, vê yekê bandoreke rasterast li rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li tevahî Sûriyeyê kiriye.

YRA'yê bi bîr xist bi hatina hikumeta demkî re, sûc û kiryarên li dijî mafên mirovan, bi taybetî jî li dijî rojnamevanan zêdetir bûne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2025'an de di êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê, êrîşên Îsraîlê û hêzên girêdayî hikumeta demkî û komên çekdar ên nenas de, herî kêm 9 rojnamevan hatine qetilkirin û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûne.

YRA'yê da zanîn ku 11 rojnamevan hatine girtin.

YRA'yê di dawiyê de ev bang kir:

“Hêsankirina karê rojnamegeriyê li hemû deverên Sûriyeyê û di çarçoveya temînatên zagonî yên li gorî pîvanên çapemeniya pîşeyî de, misogerkirina azadiya pratîzekirina wê.

- Divê hesab ji hemû alî û kesayetên ku xîtaba dijberî, nefret û sorkirinê li dijî rojnamevanan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin, were xwestin.

-Divê ku hemû alî û kesayetên ku teşwîqî binpêkirina qanûnê dikin û gefê li aştiya civakî dixwin, werin darizandin, sorkirin wekî sûc were hesibandin.

-Divê ku çarenûsa rojnamevanên bi zorê hatine windakirin, di nav de jî rojnamevan Ferhad Hemo ku 15'ê Kanûna 2014'an li ser riya Qamişlo-Til Koçerê ji aliyê DAIŞ've hatibû revandin were eşkerekirin.

-Divê ku hemû zagonên ewlekariyê ku azadiya raman û derbirînê li tevahî Sûriyeyê asteng dikin werin betalkirin.

-Divê pêşî li çewisandina ragihandina ku xizmetê ji berjewendiyên desthilatdariyê re dike û binpêkirinan rewa dike were girtin.

-Divê ku benda 19'an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ku dibêje her kes xwedî mafê azadiya raman û derbirînê ye were bicihanîn.

- Divê ku piştgirî ji çapemeniya serbixwe û însiyatîfên xwecihî yên rastiya Sûriyeyê bi awayekî objektîf û hevseng nîşan didin û piştgiriyê didin pirrengiya çandî û civakî re were dayîn.

- Divê ku ji bo pevguhertina ezmûnan û parastina rojnamevanan ji xeterên têkildarî şopandina pevçûnan, xurtkirina hevkariya navneteweyî di navbera saziyên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî de çêbibe.”