YPJ: Dem dema berxwedanê ye
Şervanên YPJ'ê yên li Hesekê li eniya şer in, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku têkoşîn ji bo gel û welat e û banga seferberiya giştî kirin.
Navenda Nûçeyan- Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên n girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didome. Berxwedana şervanên HSD û YPJ’ê ya li dijî êrişan didome.
Şervanên YPJ’ê yên di eniyên şer ên Hesekê de li ber xwe didin, têkildarî mijarê daxuyanî dan. Şervanan, got ku ew xwedî li rûmeta xwe derdikevin û têkoşîna wan ji bo gel û welatê wan e.
‘Werin em bi hev re şer bikin’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em silavên xwe ji hemû heval û gelê xwe yê di eniyên şer de cih digirin re dişînin. Em ji bo gelê xwe û welatê xwe şer dikin. Heke jiyanek hebe, divê ew jiyan jiyaneke birûmet be. Em, jiyaneke bêrûmet qebûl nakin. Em ji bo jiyaneke birûmet şer dikin. Bila her kes tev li seferberiya giştî bibe û em bi hev re xaka xwe biparêzin. Em li cem hev cih bigirin û ji bo xaka xwe li ber xwe bidin. Em heta dawiyê xwedî li rûmeta xwe derkevin û ji bo rûmeta xwe şer bikin. Dem dema berxwedanê ye. Bila her kes tev li seferberiya ji bo Kurdistanê bibe. Em bi hev re şer bikin.”
Peyam bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPJ'ê" bi dawî bû.