Yekem rêvebera jin li Hacîava: Ez guh nadim pirsgirêk û astengiyan
Peyman Mihemed ku yekem rêvebera jin a li Hacîava ya Silêmaniyê ye, diyar kir ku guh nade pirsgirêk û astengiyan û got ku dixwaze ku jin ji odeyên girtî derkevin û xwe bi xwendinê nîşan bidin.
Hacîava – Li çar perçeyên Kurdistanê her ku diçe hejmara jinên di asta rêveberiyê de cih digirin, zêde dibe. Li Rojava pêşengiya pergala hevserokatiyê, li Bakûr pêşengiya çalakiyan, li Rojhilat pêşengiya xwepêşandanan û li Başûr birêvebirina karên civakî, ji aliyê jinên Kurd ve tê kirin. Di asta cîhanî de jî jinên Kurd xwe nîşan didin. Li Başûrê Kurdistanê jin her ku diçe zêdetir tên astên rêveberiyê.
Bi biryardariyek ji pola dest bi kar kiriye
Peyman Mihemed jî yek ji van jinan e ku bûye yekem jina di dîroka bajaroka Hacîava ya girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê de, ji bo birêvebirina Pirtûkxaneya Giştî ya bajarokê hatiye tayînkirin. Ew, niha yekane rêvebera jin a herêmê ye. Bi biryardariyek ji pola, dest bi kar kiriye da ku pirtûkxanê bi taybetî ji bo jinan bike navendek ji bo guhertina rewşembîrî. Peyman da zanîn ku tevî hewldanên aramkirina wê, ew astengiyan paşguh nake û peyamek zelal ji bo jinên herêmê da. Peyman got “Xwe di odeyan de sînordar nekin.”
‘Plansaziya ji bo guhertinek tevahî dikim’
Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Hacîava Peyman Mihemed, ji me re behsa xwe, xebat, plansazî û hêviyên xwe kir. Peyman ragihand ku ev demek kurt e berpirsyariya Pirtûkxaneya Giştî ya Hacîava girtiye ser xwe û wiha got: “Min hewl da ku erkê xwe bi dilsozî bicîh bînim. Ez dixwazim bi awayekî cûda xizmet bikim da ku hejmara xwendevanan zêde bikim.”
‘Ji jinan dixwazim ku demek taybet ji bo xwendinê veqetînin’iacve c çc8rc çütrs
Peyman Mihemed destnîşan kir ku xwendin ne tenê fêrbûn e, lê di heman demê de çekek ji bo pêşkeftina mirovan e û got: Xwendin çekek e ku hûn dikarin xwe perwerde bikin û hêza xwe ya hundurîn nîşan bidin. Ez ji jinan dixwazim ku dengê xwe bidin bihîstin û tiştê ku di dilê we de ye nîşan bidin. Jin dikare her tiştî bike, lê tenê ger biryar bide û xwe nîşan bide. Rast e gelek astengî hene, hem di nav malbatê de û hem jî li derveyî malbatê, lê divê jin hebûna xwe bide hîskirin. Divê hûn xwe bin, rûmeta xwe biparêzin û ber bi armancên xwe ve biçin.”
‘Ez guh nadim pirsgirêk û astengiyan’
Peyman Mihemed destnîşan kir ku ji dema dest bi kar kiriye ve, hewl dane ku ji bo wê pirsgirêkan biafirînin û wiha got: “Lê ez guh nadim wan. Dengek di hundurê min de dibêje rabe û xizmetê bike. Ez naxwazim di odeyekê de sînordar bimînim û ez ji tiştekî natirsim. Armanca me ew e ku jin xwedî statuyek taybet bin. Hûn biryar didin ku wêneyek xwe yê xweşik an nexweş nîşan bidin. Em jin hewl didin nifşek cûda mezin bikin ku xizmetê ji hemû beşên civakê re bike.”
Peyman di dawiya nirxandinên xwe de tekez kir ku deriyê pirtûkxaneyê û dilê wê, ji bo herkesê ku dixwaze xizmetê bike û ji bo pêşvebirina çandê bixebite, vekirî ye.