Xwişkên pakrewanan: Yekîtiya partiyên Kurd li Kurdistanê bila nebe armanceke taloqkirî
Xwişkên şervanên ku ji bo rizgarkirina ax û rûmeta xwe ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê canê xwe bexşî axa Rojavayê Kurdistanê kirin, daxwaza yekrêziya partiyên Kurd kirin û gotin: “Yekîtiya Kurdan nabe gaveke taloqbûyî be.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di demeke ku gelê Kurd li seranserê Kurdistanê rastî polîtîkayên qirkirinê tê, destkeftiyên her çar aliyan ketine xeterê lê li aliyekî din pêvajoya entegrasyonê dimeşe. Ji bo ku di sedsala 21’ê de Kurd bê statu nemînin hewldanan hene lê têr nakin.
Xwişkên şervanên Kurd ku di Şoreşa Rojava de canê xwe bexşî welatê xwe kirin, ji bo pêdiviya yekîtiya partî û rêxistinên Kurdan û yekrêziya Kurd, nêrînên xwe anîn ziman.
Meha Salih xwişka Ibrahîm ê ji yekemîn şervanên li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Til Temirê rû dan, şer kir û gihîşt pakrewaniyê ye.
Kurdistana azad bê şer û xwîn
Meha Salih got ku wan di oxira rizgariya ji bindestiyê û bidestxistina jiyana bi rûmet û zimanê Kurdî de şehîd dane û wiha berdewam kir: “Armanca me ya têkoşîna bi salan Kurdistana azad û bê xwîn e. Çimkî di hundirê Kurdistana me de, gelê me hat qirkirin û komkujiyên mezin rûdan. Lê gelê me li seranserê dîrokê her dem li ser piyan û di nava serhildanan de ye, tenê ji bo ku bibe xwedî statu. Di oxira jiyana azad de me gelek şehîd dan, da ku em statuyê bidest bixin û mafên xwe bistînin. Lê mixabin jiyana me ya azad a ku me bi keda salan ava kir niha bi êrîşan re rûbirû ye.”
Ji bo xwişk dayik û hevjînên şehîdan li Kurdistanê bangewazî
Meha Salih bang li xwişk û dayîkên şehîdan li Kurdistanê tevahî kir û got: “Ka werin em dest bidin hev, xeyalên şehîdên xwe bi Kurdistana azad bê xwîn û bê şer pêk bînin. Ji bo wê pêdivî bi yekîtiya gel û partiyên Kurdî ji her demê zêdetir heye.”
Terfa Seydo ya ku xwişa 3 birayên pakrewan e, ji malbata wan jî zêdetirî 30 şervanên jin û xort li Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastiya Medyayê, di oxira doza azadiyê û rizgariya Kurdistanê de, gihîştine asta pakrewaniyê. Her wiha girtiyên wan ên di girtîgehên cîhadîstên HTŞ’ê de jî hene.
‘Li Kurdistanê weke baranê her dem xwîn dirije’
Terfa Seydo got ku ya li ser axa Kurdistana parçekirî dirijê ne baran e, xwîna birayên wan û şervanên e û wiha pêdiviyên demê bilêv kir: “Ger me yekîtiya xwe ava kiribûya, em ê rûbirûyê êrîşên dermirovî nemana. Em di pênasekirina şehîdan de kêm dimînin, çimkî her şehîdek me li beramberî welatekî ye, em çiqas ked ji bo pêkanîna armancên wan bidin jî dîsa kêm dimîne. Yekîtiya me hebûya em ê ji mêj ve xwedî welatekî azad bûna lê em heta niha nebûne yek.”
Rexnekirina polîtîkayên parçekirina Kurdistanê û pêdiviya mala Kurdî
Terfa Seydo polîtîkayên parçekirina Kurdistanê rexne kir û got ku axa Kurdan tê parçekirin, parvekirin bêyî ku hebûna Kurdan û zimanê Kurdî têd e were naskirin û got: “Mafê me Kurdan di Kurdistana me de heye. Em parçebûna Kurdan û parçebûna navxweyî êdî napejirînin, bila her çar aliyên Kurdistanê werin em yekîtiya xwe çêbikin.”
Banga ji bo partiyên siyasî yên Kurd li Kurdistanê
Terfa Seydo ji bo partiyên Kurd li çar aliyên Kurdistanê bang kir û got: “Werin em ji bo yekîtiya xwe bixebitin, bêyî em dijminatiya hev bikin divê em bi hev re bikaribin li dijî dijminên xwe di çeperek de şer bikin. Ger em yekîtiya xwe pêk neynin wê şehîd me efû nekin. Em hewldanên ji bo yekîtiyê li çar aliyên Kurdistanê ku kêm tên kirin divê efû nakin. Divê yekîtiya partiyan û Kurdan bi tevahî taloq nebe.”