Tora jinên Efganî: Li dijî polîtîkayên Talîbanê bêdeng nemînin
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî bi bîr xist ku desthilatdariya 5 salî ya Talîbanê bi zilm û tepeserkirinê derbas bûye. Û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van polîtîkayan bêdeng nemîne û têkoşînê bilind bike.
Navenda Nûçeyan – Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî, bi boneya 5’emîn salvegera hatina Talîbanê ya li ser desthilatdariyê, daxuyaniyek weşand. Torê tê de polîtîkayên Talîbanê yên li hember jin û hemwelatiyên Efganistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komê di pênc salên borî de bi rêya "zilm, tirs û çavtirsandinê" azadiyên sivîl û siyasî sînordar kiriye.
‘Talîbanê bi girtin, îşkence û tepeserkirinê bersivê dide xwepêşandan û dengên muxalîf’
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Jinên Efganistanê ve hate weşandin de, hate diyar kirin ku desthilatdariya 5 salî ya Talîbanê bi tepeserkirina azadiyên sivîl, tepeserkirina bipergalî, binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav, bêparkirinên li dijî jinan bi taybet jî a ji mafên herî bingehîn û zêdebûna xizanî û cudakariyê, derbas bûye. Her wiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku Talîban jinan ji beşên fireh ên jiyana giştî dûr dixe û bi girtin, îşkence û tepeserkirinê bersivê dide xwepêşandan û dengên muxalîf.
Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganistanê, hevgirtina xwe bi "hemwelatiyên Efganî yên azadîxwaz" re nîşan da û tekez kir ku divê pêşeroja welat bi rêzgirtina mafên mirovan, wekheviya zayendî, beşdariya hemû hemwelatiyan, serweriya hiqûqê û demokrasiyê ve were şêwekirin.
‘Li dijî polîtîkayên Talîbanê bêdeng nemînin’
Torê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku "li hember polîtîkayên Talîbanê bêdeng nemînin û ji asayîkirina têkiliyên bi vê komê re dûr biseknin."